Ji bo parlamenterên HDP’ê yên berê û yên niha daxwaza girtinê kirin 2022-04-05 16:53:08 AMED - Derheqê 7 parlamenterên HDP’î yên berê û yên niha ku ji Doza Sereke ya KCK’ê dihatin darizandin û dosyayên wan hatibûn cudakirin, bi îdiayên “Rêvebertiya rêxistinê” û “Endamtiya rêxistinê” cezayê girtîgehê hat xwestin. Parêzeran jî biryara “binpêkirinê” ya DMME’yê weke hincet nîşan dan û xwestin ku ev doz bê sekinandin. Danişîna Doza Sereke ya KCK’ê îro li 2’yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê hate dîtin. Parlamenterên HDP’ê yên berê Osman Baydemîr, Ahmet Yildirim, Besîme Konca, Nadîr Yildirim, Selma Irmak û parlamenterên HDP’ê yên niha Alîcan Onlu û Dîrayet Taşdemîr jî di nava bersûcên dozê de ne. Ji ber parêzbendiyê, îfadeyên parlamenteran nehatibûn girtin.    Di dozê de 29 kes weke bersûc tên darizandin. Yek ji bersûcên dozê jî parlamentera HDP’ê ya berê Çaglar Demîrel e. Şandeya dadgehê biryar dabû ku dosyaya vê dozê bi dosyaya Demîrel a ji dozeke din dihat darizandin re bibe yek. Her wiha ji bo Remzî Kartal, Sabrî Ok, Nûrettîn Demîrtaş, Huseyîn Zorlu, Fîkrî Aktaş, Muzeyyen Guneş, Nadîre Nergîz, Mesûde Şahîn, Kenan Ayaz, Gulabî Dere, Ozlem Tanrikulu, Hamît Aslan, Nesrîn Denîz, Mûstafa Sarikaya, Gulistan Aksoy, Şukran Aydin, Mehmet Ermîş, Mehmet Duman, Gulay Calap, Unal Ahmet Çelen û Erkan Pîşkîn jî biryara girtinê dabû.    Ji bilî parêzerên hinek bersûcan, tu kes beşdarî danişînê nebû. Li gorî qeydên UYAP’ê, yek ji bersûcên dozê Gulistan Aksoy di 25’ê tîrmeha 2020’an de jiyana xwe ji dest da ye. Lewma dosyaya Aksoy hate girtin.   Di danişînê de dozgeriyê mutalaaya xwe pêşkeşî şandeya dadgehê kir. Di muatalaayê de dozger xwest ku Nadîr Yildirim û Alîcan Onlu bi îdiaya “Rêveberiya rêxistinê”, Osman Baydemîr 2 caran, Ahmet Yildirim, Besîme Konca, Nadîr Yildirim, Dîrayet Taşdemîr û Selma Irmak jî bi îdiaya “Endamtiya rêxistinê” bên girtin.   BIRYARA DMME’YÊ BI BÎR XISTIN   Parêzeran li dijî mutalaayê parastin kir. Parêzeran da zanîn ku her çend ku Qanûna Bingehîn ji bo darizandina miwekîlên wan ketibe nava hewldanan jî, Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) li ser serlêdana 40 parlamenteran, di 1’ê sibata 2022’yan de bi biryara xwe ya “Encu û yên din” got ku “binpêkirin heye.”   XWESTIN KU DOZ BIKEVE   Di berdewamê de parêzeran da zanîn ku hemû kirinên heyî li dijî qanûnan in û xwestin ku wergêra biryara DMME’yê ji Wezareta Edaletê bê xwestin û doz bê sekinandin.    Şandeya dadgehê doz taloqî meha îlonê kir.