Li pêşiya Walîtiya Îzmîrê neraziya li dijî bêkariyê 2022-04-05 14:33:21   ÎZMÎR - Welatiyekî ku digot bêkar e li pêşiya Walîtiya Îzmîrê gule berdan hewa û xwest ku xwe bikuje.    Welatiyê bi navê S.A. (38) saet di derdora 09.30’an de hate pêşiya Walîtiya Îzmîrê ya li Qada Konakê û û bi çifteya destê xwe de 4 gule berdan hewa. Piştre jî berê çekê da serê xwe û xwest ku xwe bikuje. Bi teqîna guleyan re gelek polîs hatin cihê bûyerê û S.A. binçav kirin.   S.A. da zanîn ku bêkar e û dixwaze walîtî bo wî karekî peyda bike.