Maşîneya zirxî li Amedê li wesayîtekê xist: 3 kes birîndar bûn 2022-04-05 14:16:46   AMED - Li navçeya Peyas a Amedê maşîneya zirxî ya bi lez diçû, li wesayîteke ku di rê de diçû da. Di wesayîta ku lawê girtiyê nexweş Siddik Guler jî tê de bû de 3 kes birîndar bûn.    Li bajarên Bakurê Kurdistanê maşîneyên zirxî bi qezayan her tim dibin sedemê mirinan. Vê carê jî li semta Hûzûrevlerî ya navçeya Peyas a Amedê, maşîneyeke zirxî ku bi lez diçû, li wesayîteke ku di rê de diçû da. Di wesayîta ku lawê girtiyê nexweş Siddik Guler, Hadî Guler jî tê de bû de Sedat Cevîzlî û Welat Kahraman jî birîndar bûn. Wesayîta ku 3 kes tê de brîndar bûn, di encama lêdanê de teqle avêt û ji rê derket. Birîndar bi alîkariya kesên derdorê rakirin Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Gazî Yaşargîl a Amedê. Guler û Kahraman piştî kontrola nexweşxaneyê, ji nexweşxaneyê derketin. Hat hînbûn ku Cevîzlî jî ji ber acizbûna singê xwe li nexweşxaneyê tê dermankirin.