Ji parvekirina Abdullah Ocalan beraet kir 2022-04-05 13:29:35   RIHA - Derheqê welatiyê bi navê Abdullah Ocalan de ku li navçeya Xelfetiyê dijî, bi hinceta têkildarî xizmê xwe Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan twît parve kiriye, bi îdiayên “Pesnê sûc û sûcdar da ye” û “propagandaya rêxistinê kiriye” doz hatibû vekirin. Di dozê de dadgeha herêmî ji bo Ocalan biryara beraetê da.    Welatiyê bi navê Abdullah Ocalan li Taxa Eftar a Xelfetiyê dijî û navê xizmê wî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan lê hatiye kirin. Serdozgeriya Komarê ya Rihayê bi îdiayên “pesnê sûc û sûcdar da ye” û “propagandaya rêxistinê kiriye” derheqê Ocalan de îdianame amade kiribû. Îdianame di 17’ê mijdara sala 2020’an de hatibû qebûlkirin. Di îdianameyê de hat îdiakirin ku Ocalan di dîrokên cuda de bi parvekirinên xwe pesnê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan da ye, wêneyên Ocalan, dîmenê sirûda neteweyî ya gelê kurd Ey Reqîb û wêneyekê ku alên PKK û YPG’ê li ser bûn parve kirine.    Dozgeriyê di danişîna dozê de mutalaa xwend û diyar kir ku her çend ku bi îdiaya “Pesnê sûc û sûcdar da ye” ji Ocalan re ceza hatibe xwestin û doza cemaweriyê hatibe vekirin jî, dema tevahiya dosyayê tê nirxandin, doz ber çarçoveya “Propagandaya rêxistinê” dikeve. Dozgeriyê got ku di qanûnê de “propagandaya rêxistinê” bi awayekî fiîlî weke sûc nayê dîtin lewma jî daxwaza beraetê kir. Dozgeriyê xwest ku Ocalan di çarçoveya xala 53’yemîn a TCK’ê de “Ji hinek mafên xwe bibe.”    DAXWAZÊN BERAETÊ   Ocalan di parastinên xwe de diyar kir ku hesaba behsa xeberê ya wî ye û beraeta xwe xwest. Parêzerê Ocalan, Bekir Benek jî diyar kir ku ew beşên derheqê miwekîlê wî yên di muatlaaya dozgeriyê de hatine bicihkirin qebûl nakin û xwest ku miwekîlê wî beraet bike.    DADGEHÊ BIRYARA BERAETÊ DA    6’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Rihayê di hinceta biryara xwe ya beraetê de ev tişt destnîşan kir: “Di vîdeoya bi ser navê ‘Sirûda neteweyî ya kurdan-Ey Reqîb’ de ‘cebr û tundî’ tune ye, parvekirinên din jî ber ‘propagandaya rêxistinê’ nakevin û sûcdariyên li Ocalan tên kirin jî di qanûnên de cih nagirin.” Şandeya dadgehê bi piraniya dengan biryara beraetê da.    ÎSTÎNAFÊ SERLÊDAN RED KIR   Dozgeriyê li dijî vê biryara dadgeha herêmî, ji bo îstînafê serî li 18’emîn Daîreya Dadgeha Dadî ya Herêmî ya Dîlokê da. Daîreyê jî serlêdana dozgeriyê di 2’yê adara 2022’yan de bi sedema “di biryara beraetê de binpêkirinek an jî derhiqûqiyek nîne’ red kir.    DADGEHA HERÊMÎ DUH DOSYA GIRT    Dozgerê Dadgeha Îstînafê li dijî biryara redê di nava 15 rojan de îtîraz nekir. 6’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Rihayê ku biryara îstînafê jê re hatibû şandin, duh (4’ê nîsana 2022’yan) piştî kar û barên pêwîst, dosya girt.    MA / Emrulah Acar