Doza SES’ê xwe dispêre beyanên ‘şahidên’ Doza Kobanê 2022-04-05 10:35:15   ENQERE - Bingeha doza derbarê endam û rêveberên SES’ê de spartine beyanên şahidê veşarî bi navê “Ulaş” û şahidê navê wî eşkere Kerem Gokalp ên navê wan di Doza Kobanê de jî derbas dibe.    Hevseroka Giştî ya Sendîkaya Kedkarên Xizmeta Tenduristiyê û Civakî (SES) Selma Atabey, Hevseroka Giştî ya berê Gonul Erden û endamên Desteya Rêveberiya Navendî yên SES’ê tên darizandin. Danişîna ewil a doza derbarê endam û rêveberên SES’ê de hatiye vekirin de sibê dê li Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê ya 22’yemîn dê bê lidarxistin.    Danişîn ji aliyê dozgerê ku Doza Kobanê amade kiribû Ahmet Altun ve hatiye birêvebirin. Derbarê endam û rêveberên SES’ê Selma Atabey, Gonul Erden, Bedriye Yorgun, Belkis Yurtsever, Fîkret Çaglayan, Rona Temellî, Erdal Turan û Ramazan Taş bi îdiaya “rêveberiya rêxistinê”, “endamtiya rêxistinê” û “propaganda rêxistinê” îdianame hat amadekirin. Gonul Erden di çarçoveya dozê de girtî tê darizandin û yên din jî negirtî tên darizandin.    DANIŞÎN SIBÊ YE    Doza sendîkavana dê li Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê ya 22’yemîn ku Doza Kobanê lê tê lidarxistin, were dîtin. Dê di şûna heyeta dadgehê ya li Doza Kobanê dinêre, heyetek din li doza sendîkavana binêre û danişîna ewil sibê tê birêvebirin.    ÎDIA LI SER ÎDIAYÊ KIRINE    Di 30 rûpelên ewil ên îdianameyê de cih dane agahiyên dîrok û çalakiyên PKK-KCK’ê. Îdianame bi giştî ji 305 rûpelan pêk tê. Di danişînê de du şahid jî hene şahidê navê wî veşarî “Ulaş” e şahidê eşkere jî Kerem Gokalp e. Gokalp îtîrafkarê PKK’ê ye. Di îdianameyê de tê dîtin van her du kesan li ser sendîkavanan îfade dane. Şahidê veşarî “Ulaş” îdia kiriye ku “komîteya tenduristiyê” di nava SES’ê de hene. Her wiha “Ulaş” îdia dike ku di nava van komîteyan de du kadroyên PKK’ê wezîfeyê dikin. Îtîrafkar Kerem Gokalp jî îdia kiriye ku prensîba xebatên giştî yên “Komîteya tenduristiyê” girêdayî KCK’ê ye. Balkêş e ku şahidê veşarî Ulaş derbarê hemû kesî de heman îfadeyan daye.    XWE DISPÊRE DOZA KOBANÊ    Di îdianameyê de xebat, daxuyanî û çalakiyên SES’ê bi giştî ku ji bo pergala tenduristiyê, xizmeta tenduristiyê ya civakê û pêvajoya pandemiyê kirine û li dar xistine sûc hatine dîtin. Her wiha di doznameyê de tê îdiakirin ku daxuyanî û roprtajên SES’ê di çarçoveya “Nêrîn û pêşniyazên rêxistina PKK-KCK’ê” de hatine dayîn. Di îdianameyê de tê dîtin ku bingeha doza derbarê endam û rêveberên SES’ê de xwe dispêre Doza Kobanê ku van her du "şahidan" di wir de jî îfade dane.