'Heya tecrîd hebe dê rewşa Kurdistan û Tirkiyeyê xerabtir be' 2022-04-05 09:04:00 STENBOL - Endamên MATUHAYDER'ê destnîşan kirin ku sedema mirin û pêkanînên li girtîgehan rû didin tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan e  û gotin, heya tecrîd ranebe yê rewşa Tirkiye û Kurdistanê her ber bi xerabûnê ve biçe.   Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ku 23 sal in li Girtîgeha Îmralî ya Tîpa F'yê bi awayekî giran tê tecrîdkirin û ji 25'ê adara 2021'ê ve tu xeber jê nayên girtin. Her wiha serlêdanên parêzeran û malbatê yên ji bo hevdîtinê jî bêbersiv tên hiştin. Ev tecrîda girankirî ya li Îmraliyê bandorê li seranserê Tirkiye û Kurdistanê jî dike. Bi vê tecrîde re înfaza gelek girtiyan tê şewitandin, girtiyên nexweş di hucreyan de jiyana xwe ji dest didin û gelek jî bi mirinê re rû bi rû hatine hiştin.    Li gor daneyên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a adara 2021’ê; 604 jê giran, bi giştî hezar û 605 girtiyên nexweş hene. Li gor raporê ji sala 2021'ê heya destpêka 2022’yan 12 girtî bi awayekî bi guman jiyana xwe ji dest dane. Herî dawiyê li Girtîgeha Amedê ya Tîpa D'yê Abdullah Boran ê 80 salî û li Girtîgeha Wanê ya Tipa F'yê Şervan Can Guder ê 20 salî jiyana xwe ji dest dan.     Endamên Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran a Marmarayê (MATUHAYDER) bal kişandin ser pêkanînên li girtîgehan û destnîşan kirin ku heya tecrîda li Îmraliyê bi dawî nebe yê kuştin û pêkanînên nebaş tim berdewam bikin.   'TECRÎDA LI ÎMRALIYÊ BANDOR LI HEMÛ QADÊN JIYANÊ KIR'   Nûnerê MATUHAYDERê Alî Edebali anî ziman ku girtîgeh ji bo girtiyen bûne cihê mirinê. Edebalî, bibîr xist ku di sala 2021’ê de nêzî 8 girtî û di meha Adarê ya 2022'yan de jî 3 girtî bi awayekî bi guman jiyana xwe dest dane. Edebalî diyar kir ku mirinên li girtîgehan diqewimin wekî mirineke asayî tên nîşandan ji aliyê dewletê ve û got: "Her kuştin û binpêkirina mafan giredayî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan e. Heya ev tecrîda li ser serokê neteweyî bi dawî nebe yê polîtîkayên binpêkirina mafên mirovan zêde bibin. Tecrîda Îmraliyê niha sîrayetî hemû qadên jiyanê kiriye û zindan bûne avahiyên tecrîdê.”   'ZINDAN BUYÎNE GORISTAN'   Edebalî, destnîşan kir ku dewleta Tirkiyeyê guh li zagonên xwe jî nake û got: "Kesên diçin leşkeriyê û tên girtin, di warê ewlehiyê û jiyana de di bin berpirsiyariya dewletê de ne.Lê mixabin rayederên Tirkiyeyê bi hinceta pandemiyê, wekî astengkirina axaftina telefonê û hevdîtinên vekîrî derûniya girtîyan xirab dikin û wan bi mirinê re rû bi rû dihêlin. Her wiha ji ber vê zindan roj bi roj ji bo girtiyan dibin goristan. Di salekê de nêzî 20 girtiyan jiyana xwe dest da.”   TÊKOŞÎNA LI DIJÎ TECRÎDÊ   Edebalî, anî ziman ku ji bo binpêkirin û zextên li ser girtiyan bi dawî bibin, pêşî divê tecrîda li ser rêberê PKK Abdullah Ocalan bê rakirin. Edebalî got: “Hewce ye em li dijî vê tecrîda ku bandor li hemû gelan dike bi awayekî topyekûn bitêkoşin û bixebitin. Em eger xebatên xwe pêş de bibin û her wiha têkoşîna xwe bilind bikin, em ê bersiva herî baş bidin dewleta zilimkar. Ger em ker û lal bisekinîn yê ev nexweşî her tim bidomin. Em naxwazin êdî dilê dayikan bişewite û xwîn birije. Bila wezîrê dadê derhal peywira xwe bîne cih.”   'DIJMINATÎ'   Endamê MATUHAYDER'ê Sebat Karul jî bal kişand ser şert û mercên girtîgehan û rewşa girtiyên nexweş. Karul da zanîn ku bi nexweşiya pandemiyê re ev pisgirêk hej zêdetir bûne û got: “Dema girtî diçin revîrê, wan dixin karantinayê. Ji ber vê nikarin biçin revîrê. Zindanên Tirkiyeyê ji bo girtiyên nexweş bûne cihê mirinê. Girtî li vê derê nexweş dikevin. Ev der ne li gorî jiyana wan e. Hewce ye girtiyên nexweş demlidest werin berdan. Ev dijminatiyeke çawa ye? Çawa dikarin girtiyên nexweş ên wek Mehmet Emîn Ozkan di girtîgehê de bihêlin. Wek çare jî tenê Saziya Tiba Edlî (ATK) nîşan didin. Lê ev ne çareserî ye. ATK bûye saziya wezirê dadê. Ev qasî cihê zanyariyê û tibê hene. Ev esas nayên girtin, tenê raporên ATK'ê esas tên girtin. Hewce ye di vê mijarê de peywirdar demil dest gavina bavêjin."    NOBEDÊN EDALETÊ   Karul, diyar ki ku ji bo ev pêkanînên li girtîgehan bi dawî bibin divê malbat û xizmên girtîgehan rabin ser xwe. Karul, di dawiya axaftina xwe de got: “Hewce ye malbatên girtiyan piştgirî bidin nobedên edaletê. Her wiha kesên dibêjin ez însan im, xwedî wijdan im bila ji bo girtiyên nexweş dengê xwe derxînin. Divê dengê edaletê em bilind bikin. Gel, partî û saziyên xwedî wijdan divê bibin dengê girtiyên nexweş. Divê em her tim li qadan bin û bi dewletê hin gavan bidin avêtin. Navê wan pêkanînan faşîzm e. Em dikarin vê faşîzmê jî bi têkoşîneke topyekûn têk bibin. Ev tenê bi çend saziyên têkildarî girtîgehan nayê çareserkirin. Divê raya giştî li hember vê neyartiyê bibe yêk û rabe ser pêyan.”