Pirsa 'Hûn ji bo weazan xoce dixwazin an na?' ji girtiyan kirine 2022-04-05 09:03:57 ENQERE - Li Girtîgeha Tokat a Tîpa T'yê Desteya Çavdêriyê ev pirs ji girtiyan kiriye: "Hûn ji bo weazan xoce dixwazin an na?"  Li Girtîgeha Tokat a Tîpa T'yê girtî Firat Darî nameyek şand. Darî di nameya xwe de ragihandiye ku Desteya Çavdêriyê ya Girtîgehê pirsên ecêb ji girtiyan dike.    Darî, di nameya xwe de bilêv kir ku mafê wan ê sohbetê tê binpêkirin û bi pandemiyê re mafê wan ê sporê jî hatiye astengkirin. Darî, diyar kiriye ku nêzî 40 kes in lê wan birine korîdorên cuda û li korîdoran nikarin silavê jî li hev bikin.    CEZAYÊ DISÎPLÎNÊ   Darî, got: "Dema hevdîtina heftana ji 20 deqeyan anîn 10 deqeyan. Di dema hevdîtinan de tekmîlê ferz dikin. Ger xizmek me yê din rahêje telefonê, telefon tê girtin, cezayê dîsîplînê tê birîn."    Darî di berdewama nameya xwe de pirsên ku Desteya Çavdêriyê ya Îdareya Girtîgehê ji wan kiriye jî ragihandin. Darî, bilêv kiriye ku desteyê pirsên wekî "Tu vî cezayî heq dikî yan na? Ji bo te rêxistin çi ye? Tu derheqê Yasîn Boru de çi difikirî? Hûn ji ji bo weazan xoce dixwazin an na?" ji hevalekî wan pirsî ne û biryara berdanê li gor bersivan diguhere.    Her wiha Darî di nameya xwe de diyar kiriye ku pirsên wekî "Tu şerê Ûkrayna-Rûsyayê çawa dinirxînî? Rêxistin zorê dide we? Ma tu mecbûrî biçî odeyeke din û hemû elemanên rêxistinên nas bikî? Li odeyê kî çi dike, seorkê we kî ye?" hatine pirsîn.    Darî, aniye ziman ku li qawîşeke 15 kesî tenê tuwaletek heye û daxwazên wan ên ji bo guherandina newresim û nivînan jî nayên qebûlkirin û gotiye: "Weşanên muxalif nayên dayîn. Halk TV, TRT-2, Global TV û Meclîs TV jî tune ne. Rojnameya Yenî Yaşam û Evrenselê nadin."