Kamaç: Berjewendiyên partiyê zirarê didin destkeftiyên kurdan 2022-04-05 09:03:54 WAN - Serokê Giştî yê PÎA'yê Mehmet Kamaç diyar kir ku polîtîkayên PDK'ê çavkaniya sereke ya pirsgirêkan e û divê PDK xebatên xwe yên partiyê û herêmî di ser destkeftiyên kurdan re nebîne.  Operasyona Tirkiyeyê ya li herêmên Zap, Avaşîn û Metînayê yên Herêma Kurdistana Federe nêzî saleke didome û êrişên wê yên li ser Şengal û Kampa Mexmûrê jî dewam dikin. Ev operasyon û êriş bi piştgiriya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) didomin. Piştî ku Serokê Herêma Kurdistan a Federe Nêçirvan Barzanî demeke berê hevdêtin bi Serokkomarê AKP'î Recep Tayyîp Erdogan, Wezîrê Parastinê Hûlûsî Akar û Musteşarê MÎT'ê Hakan Fîdan re çêkir û bi van hevdîtinan re sinyalên operasyoneke nû hatin dayîn.   Serokê Giştî yê Partiya Însan û Azadiyê (PÎA) Mehmet Kamaç, biryarên Tirkiyeyê yên ku bi piştgiriya PDK'ê digire ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re nirxand.      ‘PIRSGIRÊK BANDOR LI HEMÛ PERÇEYAN DIKE'   Kamaç, diyar kir ku her perçeyeke kurdan xwedî hin rastî û dînamîkên cuda ne û bal kişand ser rêvebiriya Başûr û têkiliyên wê yên bi welatên bi herêmê re. Kamaç, destnîşan kir ku ev têkilî teqez divê li gor berjewendiyên kurdan bin û got: "Meseleya Kurdistanê meseleyeke ew qas rast e ku gava li perçeyekî tiştek neyînî rû bide, ev yek bandorê li hemû perçeyan dike. Meseleya niha li Başûr rû dide jî tu bikî nekî bandorê li Bakur, Rojava û Rojhilatê jî dike. Di sedsala 21'ê de gelek destkeftiyên kurdan çêbûne. Divê di polîtîkayên xwe de van destkeftiyan bînin ber çavan."    Kamaç, bilêv kir ku di demên dawî de têkiliyên Tirkiyeyê yên bi PDK'ê re be rbi hêleke din ve çûne û got, PDK divê helwesta Tirkiyeyê ya referandûma serbixwebûnê ji bîr neke.    BANGAWAZΠ   Kamaç, destnîşan kir ku hemû sazî û dezgehên li her çar perçeyên Kurdistanê divê ji bo yekîtiya neteweyî bixebitin û got: "Em bi hezara car bûn şahid ku bê nebûna yekîtiay neteweyî zirarek çawa daye kurdan. Yekîtiya neteweyî divê li ser zemîneke esas bê nîqaşkirin û baş bê bikeyskirin. Mafê kurdan tune ye ku pirgsirêkên xwe yên navxweyî hîn kûrtir bikin, veguherînin qeyranekê û pevçûnekê. Çi dibe bila bibe êdî divê kurd meseleyên di nava xwe d ebi feraseta yekîtiya neteweyî çareser bikin. Zext û zoriyên dewletên dagirker ên li Kurdistanê li ber çavan e, lewma divê kurd zirarê nedin hev du. Kurdan ev destkeftî bi hêsanî bi dest nexistin, lewma divê bi hêsanî jî ji dest neçin."    ‘DIVÊ PDK TIM BÊ HIŞYARKIRIN'   Kamaç, bal kişand ser polîtîkayên PDK'ê yên vê dawiyê û destnîşan kir ku çavkaniya sereke ya van pirgsirêkan ev polîtîka ne û got: "Di vî warî de divê rêvebiriya PDK'ê bê rexnekirin. Divê mirov bibêje wexta gav avêtin, wexta polîtîka çêkirin an jî têkilî bi derve re danîn divê rewşa xisûsî ya herêmê li ber çavan bê girtin. Destketinên kurdan û pêşeroja kurdan ji pêşeroja perçeyekî pir girîngtir e. Helbet divê têkiliyên PDK'ê bi Tirkiyeyê û bi cîhanê re hebin, lê divê ev têkilî li ser zemîneke rast bin. Axirê wekî rêvebiriyeke xweser ji aliyê gelek dewletan ve tê naskirin. Lê gava ev têkilî bên danîn divê rêvebiriya PDK'ê hin xalên ji bo kurdan ehsas esas bigire. Divê PDK xebatên xwe yên partiyê û herêmî di ser destkeftiyên kurdan re nebîne.    MA / Hakan Yalçin