Doza Kobanê taloqî sibê hat kirin 2022-04-04 15:35:44 ENQERÊ - Di danişîna Doza Kobanê de parêzer Cenk Yîgîter, bal kişand ser îfadeyên ku li emniyetê hatine girtin û danişîn taloqî sibê hat kirin.    Danişîna koma 11'emîn a Doza Kobanê ku bi hinceta çalakiyên şermezarkirinê yên 6-8'ê cotmeha 2014'an ên li dijî êrişa DAIŞ'ê ya ser Kobanê Hevserokên Giştî yên berê û endamên Lijneya Birevebirina Navendî ya  HDP'ê ji di nav de li 10 siyasetmedaran hatibû vekirin, di roja 5'an de li Qampûsa Girtîgeha Sîncanê hat dîtin.    Di danişînê de Parêzer Cenk Yîgîter,  mafê axaftinê girt û bal kişand ser tundiyên ku li navendên binçavkirinê û emniyetê hatine kirin û ev tişt got: "Gelek kes ji ber tundiya fîzîkî û derunî li wan hatiye kirin, ji bo ku rojek zûtir ji emniyetê derkevin îfadeyên ku hatine amadekirin neçar mane îmze bikin."   Piştî axaftina Yîgîter danişîn taloqî sibê hat kirin.    CIHÊKARIYA LI BALEFIRGEHÊ   Piştî danişînê parlamenterên HDP'ê bi siyasetmedarên girtî re axivîn. Hevserokê Giştî yê berê yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş, bal kişand ser cihêkariya ku li balefirgehê li malbatên siyasetmedaran tê kirin û ev tişt got: "Ev rast e rast ji aliyê Wezareta Karên Hundir ve tê kirin. Ji bo ku malbatan biçûk bixînîn. 7 sulaleyên çeteyan ji derfetên dewletê sûd digirin. Rexmî ku bi awayekî qanûnî mafê wan nîne jî dewletê weke çewlika bavê xwe bi kar tînin. Ez vê qebûl nakim. Malbat me ji gel e. Zarokên mamoste Selçûk ji VÎP'ê sûd digirtin. Dema ku hatin vir neheqiyê wekhev kirin."   Parlamentera HDP'ê Meral Daniş Beştaş jî got ku wê mijarê li meclisê bînin rojevê.    Wê danişînê sibê saet di 10.00'an de li Qampûsa Girtîgeha Sîncanê bê berdewamkirin.