Dadgehê cezayê li rojnameger Dogan hatibû birîn betal kir 2022-04-04 14:24:47   AMED - Di doza rojnameger Ayşegul Dogan de 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê hatibûn dayîn. Dadgeha Îstînafê cezayê rojnameger Dogan betal kir.   Televîzyona ÎMC’yê bi Qanûna di Hukmê Qanûnê de (KHK) hatibû girtin. Derheqê Koordînatora Bernameya TV’yê Ayşegul Dogan de jî bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” doz hatibû vekirin. 9’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê di 7’ê kanûna 2020’an de bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê dabû rojnameger Dogan. Biryara hefsê ya ji bo Dogan hatiye dayîn, ji hêla 2’yemîn Daîreya Cezayan a Dadgeha Îstînafê ya Herêmî ya Amedê ve hate betalkirin. 2’yemîn Daîreya Cezayan her wiha biryar da ku qedexeya derketina derve ya Dogan bidome.    Piştî vê biryara betalkirinê ku bi piraniya dengan hate dayîn, doza Dogan dê dîsa ji dadgeha herêmî re bê şandin.    Hêjayî bibîrxistinê ye ku gelek rojnamegerên din bi heman îdiayan niha di girtîgehê de ne. Ev biryara 2’yemîn Daîreya Cezayan dê ji bo dozên rojnamegerên din jî bibe biryareke mînak.