Doza Kobanê: Şahid îfadeya xwe ya li emniyetê red kir 2022-04-04 14:24:00 ENQERE - Şahid Samî Baran ku di Doza Kobanê de hat guhdarîkirin, diyar kir ku dema îfadeyên xwe yên li Emniyeta Antalyayê nexweş bûye û bêyî parêzer îfadeyên wî hatine girtin û ev tişt got: "Derbarê kesan de li emniyetê nîşe hebûn, van ji min pirsîn."   Doza Kobanê ku bi hinceta çalakiyên şermezarkirinê yên 6-8'ê cotmeha 2014'an ên li dijî êrişa DAIŞ'ê ya ser Kobanê Hevserokên Giştî yên berê û endamên Lijneya Birevebirina Navendî ya  HDP'ê ji di nav de li 10 siyasetmedaran hatibû vekirin, di roja 5'an de li Qampûsa Girtîgeha Sîncanê bi danişîna koma 11'emîn berdewam dike. Sîyasetmedarên girtî yên li Girtîgeha Sîncanê anîn danişînê, girtiyên li girtîgehên din jî bi rêya SEGBÎS'ê tevlî danişînê kirin. Serokwekîla Koma HDP'ê Meral Daniş Beştaş, Alîkarê Hevserokên Giştî yê HDP'ê Umît Dede û parlamenterên HDP'ê Kemal Bulbul, Kemal Pekoz, Mûrat Çepnî, Celadet Gaydali, endamên MYK'ê û rêveberên HDP'ê danişînê şopandin.    Danişînê bi hatina heyeta dadgehê dest pê kir. Heyeta dadgehê careke din daxwaza parêzeran a ji bo ku şahid û gilîker neyên guhdarîkirin red kir.     'DEWLET KÛR LI SER KAR BÛ'   Piştre şahîd Samî Baran ji Serdozgeriya Komarê ya Antalyayê bi SEGBÎS'ê tevlî danişînê bû. Baran, hema bibêje hemû kesên ku navê wan di doznameyê de derbas dibe û ji aliyê serokê dadgehê ve hat xwendin diyar kir ku nas dike û ev tişt got: "Lewre 3 serdeman di Meclisa Partiyê (PM) de mam. Nêzî 40 salan di nav têkoşîna siyasî ya kurd cih girt. Pêvajoyeke gelek giran jiyam. Ji sala 2017'an ve nexweşiyên min ên giran hene. Bûyerên ku hûn qal dikin plansaziyeke ku gelek beşan derbas dike bû. Çiqas hêzên kûr hebûn di nav 3-4 rojan de ketin dewrê. Ji bo ku gelê kurd û tirk bên dijberî hev çi destê wan hat kirin. Nikarim bibêjim ku filan kes kir. Min di Partiya Meclisê de cih girt, çûm bajar û navçeyan. Cemaet bibêjî kê dibêjî nizanim li nav xwînê de hiştin."   ÎFADEYA XWE YA LI EMNIYETÊ RED KIR   Baran, da zanîn ku tiştên hatine serê wî li ser hesabê xwe yê medya sanal aşkera kiriye û wiha axivî: "Pêvajoyen hin girantir jiyam. Wisa hatim û îfadeya xwe da. Weke zilam tu kes jî nizane ku jin çi dikin. Ji ber ku di Meclisa Partiyê de bûm hemû siyasetmedaran nas dikim. Di îfadeyên min ên Antalyayê de memûran dibe ku agahiyên di destê xwe de ji min pirsî bin. Nexweşiyeke min a giran heye. Di guhên min de problem heye. Dibe ku tiştekî pirsî bin û min gotibe erê. Dema ku min ev gotine hişê min ne li serê min bûye. Şansê min ê ku bizanibim kê çi dike û çi telîmatê girtiye. Weke kurdekê cara yekemîn min li dijî vê rêxistinê li ser hesabê xwe yê medya sanal daxuyanî da. Sûcekî min tuneye, tiştên bizanibim ez ê bibêjim. Di destê dewletê de bi sedan rûpel agahiyên flash belekan hene. Derbarê rêxistinê de navê min derbas nabe, lewre ne di nav mekanîzmayê de me. Bûyer, provakasyoneke ku HDP'ê û gelek tiştan derbas dikir bû. Dewleta kûr ket dewrê, gel û dewletê anî dijberî hev. Çi ji destê wan hat kirin û li cihêkî bi ser jî ketin."   '10 QAT NAV NAS DIKIM'   Baran, li ser pirsa serokê dadgehê, "Kesên ku navê wan dixwînim girêdana wan bi rêxistinê re heye?" wiha bersivand: "Nizanim, hebe jî ji min re nabêje. Piranî wan ji Meclisa Partiyê nas dikim. Min herkesî li wir nas kir. 3 deman di Meclisa Partiyê de mam. 10 qatê van navên ku we xwend nas dikim. Şansê min ku bizanibim kê çi kiriye tuneye. Şansê min ê rojekê jî tevlî civînên wan bibim tuneye."   Serokê dadgehê, derbarê endamê berê yê MYK'a HDP'ê Mesût Bagcik de jî pirsan ji Baran kir. Baran, diyar kir ku Bagcik nas dike û li emniyetê derbarê Bagcik de îfade nedaye.    'ŞAHID ARESTE NEKIN'   Li ser van pirsên heyeta dadgehê parêzer Cîhan Aydin, bertek nîşanî heyeta dadgehê da û ev tişt got: "Dema ku we muwekîlê me nîşan da bi navê wan xîtabî wî nekin. Heke kê nas bike bila ew bibêje kê nas dike. Di rewşeke berovajî wê bibe arestekirin. Şahid berê jî bi wekîlên me re nehatiye rû bi rû. Girtekên ku hin wêne nîşanî wan hatine dayîn û ji vir teşhîs kirine hene. Navê muwekîlên me nîşan nedin bila ew bixwe nîşan bide û navê wî bibêje. Rêbazeke wiha li gorî hiqûqê ye."   YEK BI YEK SIYASETMEDARAN NÎŞAN DAN   Dadgehê dîmenên siyasetmedaran yek bi yek zom kir û nîşanî Baran dan û pirsa ku "tu wan nas dikî" jê kirin.    'LI CEM PARÊZER TUNEYE'   Piştre dozger, ev pirs ji Baran kir: "Ji ber nexxweşiyên we îfadeyên ku we dayê nayên bîra we yan naveroka beyanên we ne rast in?" Baran, ve pirsê wiha bersivand: "Dema ku min li Antalyayê îfade da nexweşiyên min ên giran bebûn. Derbarê kesan de li emniyetê nîşe hebûn, pirsa ku 'tiştek wiha heye' ji min dikirin. Agahiya min derbarê vê de tuneye. Ji bilî qada siyasî nizanim ku van mirovan çi dikin. Lewre ez ne di nav wê mekanîzmayê de me. Tiştên ku li qada siyasî hatine serê min bi hûrgulî ji raya giştî re ragihand. Ji ber ku rêxistinê vê li min kiriye, nikarim vê bikim, vê bêwijdaniyê nakim."   Dozger, ji Baran pirsî ku dema girtina îfadeyê wî parêzer li cem hebûye ya na kir û Baran got ku parêzer li cem wî tunebûye.   'ÎMZE YA MIN E LÊ MIN NEXWEND'   Baran, pirsa serokê dadgehê, 'we bi zext û gefê îfade da?' jî wiha bersivand: "Îmzeyên li bin îfadeyan ên min in. Rewşa min a xwendinê tuneye. Rewşa min a fizîkî, derûnî û rûhî tuneye. Siberojê bi awayekî derbarê min de tiştekî siyasî derkeve ez ê qiyametê rakim. Min îmze avêt lê min van tiştan jî got. Êdî wan çawa kiribe, li gorî agahiyên li ber destê xwe kiribin ez vê nizanim.Min pêwistî bi parêzer jî nedît."   Danişîna Doza Kobanê berdewam dike.