'Em ê her xelatê bidin nûçeyên xwe’ 2022-04-04 13:39:45   ENQERE - Odeya Avahîsazan a Enqereyê ku bi hêceta xelat daye Jin TV doz lê hatiye vekirin got: “Em ê di pêvajoya têkoşînê de yên nûçeyên me çêbikin, xelatkirina wan bidomînin.”    Li Enqereyê rêxistinên civakî û demokratîk ên sivîl têkildarî doza bi hêceta xelat daye Jin TV derbarê Şaxa Odeya Avahîsazan a Enqereyê hatiye vekirin de, civîna çapemeniyê ya hevpar li dar xistin. Civîn li Yekitiye Mulkiyeliler hat lidarxistin û gelek nûnerên saziyan tevli civînê bûn. Li ser navê saziyan Serokê Giştî yê Yekitiya Mulkiyeliler Îlker Akcaysoy daxuyaniya hevpar xwend.    Akcasoy da zanîn ku bi îdiaya “propaganda rêxistinê” li rêveberên Odeya Avahîsazan doz hatiye vekirin û ji ber têkoşîna li dijî talanê Odeya Avahîsazan di hedefe de ye û tê xwestin bi dozên vî rengî dengê endam û rêveberên odeyê werin bêdengkirin.   ‘DIVÊ DOZ TAVILÊ WERE BETALKIRIN’    Akcasoy diyar kir ku doza ji ber xaletê ku bi îdiaya “propaganda rêxistinê” hatiye vekirin nayê qebûlkirin û îktidar dixwaze avahîsazan ji bitirsîne û bike ku avîsaz dest ji têkoşîna xwe berdin. Akcasoy anî ziman ku dij derketina talankirina xwezayê nabe sûc û dij derketina xwediyên sermaye ku xwezayê talan dikin nabe sûc. Akcasoy da zanîn ku divê doza li rêveberên odeyê hatiye vekirin demildest bê betalkirin.    PIŞTEVANIYA BO JIN TV   Parlamentera HDP’ê ya Enqereyê Fîlîz Kerestecîoglu jî anî ziman ku her deverên welat ji aliyê îktidarê ve ji rantê re hatiye vekirin û ew ê her tim piştevaniya Jin TV û Odeya Avahîsazan bikin.   ‘EM Ê HER XELATAN BIDIN’    Serokê Odeya Avahîsazan a Şaxa Enqereyê Tezcan Karakuş jî diyar kir ku ji ber xelatê derbarê wan de doz hatiye vekirin û got: “Em li qadan her tim bi hev re ne. Îro civata li vir me kêfxweş û serbilind dike. Em ê di vê rêyê de têkoşîna xwe bidomînin û yên di vê pêvajoyê de nûçeyên me çê bikin, em ê her wan xelat bikin. Yên ku derbarê qadên me jiyanê de nûçeyan çêdikin, wan xelat û birûmet bikin. Em rêxistinek ne ji bo îstîhbaratê em rêxistinek ji bo feydeya civakê dixebitin e. Demek dirêje şaxa me ya Enqereyê bi êrişan re rûbirû dimîne. Em ê van êrişan û dozan qebûl nekin. Em ji ber tiştek bi rûmet sûcdar nabin û yên vî sûcî dikin ne em in.”