16 binçavkiriyên li Îzmîrê hatin berdan 2022-04-04 13:32:09   ÎZMÎR - 16 welatiyên ku bi hinceta tevlibûna Newrozê li Îzmîrê hatibûn binçavkirin, piştî kar û barên îfadeyê ya li emniyetê hatin berdan.     Polîsan îro li Îzmîrê di saetên serê sibehê de bi hinceta ku tev li pîrozbahiya Newrozê bûne, bi ser gelek malan de girtin û gelek kes binçav kirin. Kesên hatin binçavkirin birin Midûriyeta Emniyetê ya Îzmîrê. Hat zanîn ku di dema binçavkirinê de polîsan sedema tevlibûna Newrozê û dirûşm ji binçavkiriyan pirsîne. Piştî kar û barên îfadegirtinê, 16 kesên binçavkirî tevek hatin berdan.    Navên 12 kesên piştî îfadeya emniyetê hatine berdan ev in: “Melîse Ozer, Bêrîvan Sevgî, Hanîfe Çaçan, Kudret Yaman, Melîke Ozen, Îbrahîm Ozek, Ozgur Onkol, Omer Durmaz, Ramazan Donmez, Bayram Koseoglu, Firat Artan û Çinar Erkek.”