Îşkence lê kirin, hêstira wî kuştin û rapora derbkirinê jî nedanê 2022-04-04 13:14:55   WAN - Welatiyê bi navê Yakûp Avan li ber deriyê mala xwe ji hêla cendirmeyan ve hate îşkencekirin û binçavkirin. Avan ku hêstira wî ji hêla cendirmeyan ve hate qetilkirin, her wiha nekarî rapora derbkirinê jî wergire.    Cendirmeyan di şeva 2’yê nîsanê de li gundê Axrûk ê Qelqelî ya Wanê bi îdiaya “qaçaxçitiyê”, welatiyê bi navê Yakûp Avan li ber deriyê mala wî ji ewil îşkence kirin û piştre jî binçav kirin. Hat zanîn ku cendirmeyan hêstira Avan jî li ber çavên wî qetil kirine.    Avan ku birin Fermandariya Cendirmeyan a Qelqeliyê, piştre sewqî Dadgeriya Cezayên Silhê ya Nobedar hat kirin. Dadgeriyê bi îdiaya “qaçaxçitî kiriye”, biryara girtinê bo Avan da. Tevî ku Avan li ber deriyê mala xwe hatibû îşkencekirin jî, rapora derbkirinê nedanê. Hat zanîn ku di encama îşkenceyê de her du destên Avan hatine şikandin û şopên îşkenceyê li ser ser rûyê wî hebûn.