Li Colemêrgê zexta ‘operasyona derveyî sînor’ li cerdevanan tê kirin 2022-04-04 12:58:09   COLEMÊRG - Tirkiye ji bo destwerdana li dijî Başûrê Kurdistanê amadekariyan didomîne û niha jî li gundên li ser xeta sînor leşkeran bicih dike û hat zanîn ku ji bo tevlibûna operasyonê jî zext li cerdevanan tê kirin.    Tirkiye wek berdewamiya operasyona leşkerî ya li dijî deverên Zap, Metîna û Avaşîn ên bi ser Başûrê Kurdistanê ve ku sala par di meha nîsanê de dabû destpêkirin, vê carê jî xwe ji b şerek mezin amade dike. Hat çaverêkirin ku artêşa Tirkiyê li gundên ser xeta sînorê Başûrê Kurdistanê leşkeran bicih kiriye. Di hefteyek dawî de maşîneyên leşkerî leşkeran dibin gundên ser sînor ên Colemêrgê û Şirnexê. Bi rojane rêya Wan-Colemêrg û rêya Şirnex-Colemêrgê ji konvoyên maşîneyên leşkerî xalî nabe û div an maşîneyan de çekên giran jî hene û li ser sînor bicih dikin.    LEŞKER HATINE BICIHKIRIN    Leşker bêtir li gundên ser sînor ên li navçeya Çelê ya Colemêrgê hatine bicihkirin û li vê herêmê livûtevgerek zêde ya leşkerî tê dîtin. Hat zanîn ku leşker li gundên Zawîte, Aşût, Gêman ên bi ser navçeya Çelê û gundê Elemûnê ya bi ser navçeya Qilebana Şirnexê ve û li herêma Suvara Kotra leşker hatine bicihkirin. Ji bo van leşkerên sewqî herêmê hatine kirin, kon hatine vedan û gelek saziyên fermî yên dewletê jî hatin valakirin û ji bo leşker lê bimînin hatin tasîskirin.    CIVÎNA PAYEBILIND    Beriya bi demek kin rayedarên payebilind ên leşkeriya Tirkiyê li baregeha leşkerî ya li herêma Suvara Kotra civiyabûn û hat zanîn ku li ser plansaziya destwerdanê ango şer kirine. Çavkaniyên xwecihî ragihandin ku cara yekem e li herêmê tevgerek wiha leşkerî ya zêde heye. Hat diyarkirin ku leşker li van gundên ser sînor zextan li cerdevanan dikin ku tevli operasyonê bibin.