Îstînafê rojnameya Sabahê mehkûm kir 2022-04-04 11:15:38   MERSÎN - Di doza ku ji ber di hilbijartinên herêmî de agahiyên nasnameya namzetan aşkera dabû hatibû vekirin de Dadgeha Îsitinafê biryar da û rojnameyê mehkûmî razandina tazmînatê kir.   Rojnameya Sabahê ku nêzî desthilata AKP-MHP'ê ye di pêvajoya Hilbijartina Herêmî ya 31'ê Adara 2019'an de agahiyên nasnameya wan aşkera dabû û bi sernavê "Vanê namzetên CHP, Partiya Saadetê û ÎYÎ Partiyê ku girêdana wan bi PKK'ê re heye" gelek namzetan hedef nîşan dabû. Endamê Meclisa Şaredariya Toroslarê ya Mersînê yê CHP'î Hidir Berk, di 10'ê gulana 2019'an de manşeta rojnameyê biribû darazê û li 6'emîn Dadgeha Esliyeyê ya Mersînê doz vekiribû. Di encama darizandinê de dadgeha herêmî, biryar dabû ku 5 hezar TL tazmînat ji bo Berk bê razandin.    'NE AZADIYA ÇAPAMENIYÊ YE'   Parêzerên Sabahê biryar dadgeha herêmî li Dadgeha Herêmê ya Edliyeya Edenê îtîraz kiribûn. Dadgehê, di 1'ê adara 2022'yan de vê îtîraza parêzerên rojnameyê nirxand û û birya da. Dadgehê, serlêdanê di esasê de red kir û biryar da ku 5 hezar TL tazmînat ji bo Berk ku hedef hatibû nîşandan bê razandin. Dadgehê, di hinceta biryara xwe de jî destnîşan kir ku rojnameyê bêyî ku delîl û belgenameyan nîşan bide derbarê Berk de agahiyan daye û nûçe di çarçoveya azadiya çapemeniyê de nîne û êriş li mafên şexsî yên gilîker hatine kirin.   BIRYAREKE MÎNAK   Parêzerê Berk Îbrahîm Cînbaş, derbarê biryarê de axivî û diyar kir ku bi rojnameya Sabahê re derbarê rojnameya Yenî Şafakê de jî doz vekirin û doza derbarê Yenî Şafakê de berdewam dike. Cînbaş, diyar kir ku biryara dadgehê biryareke mînak e û dadgehê bi kurtayî nîşan daye ku tişta hatiye kirin li dijî hiqûqê ye, kes nikarin wiha hedef bên nîşandan, angaşteke ku neyê belgekirin ne hiqûqî ye.    'EW BI XWE BÊÎTÎBAR BÛN'   Hidir Berk jî destnîşan kir ku rojnameyên Sabah û Yenî Şafakê ne li gorî şertên rojnamegeriyê nûçeyan çêdikin û bi awayekî hiqûqî jî ev hatiye belgekirin û wiha got: "Xwestin em bên bêîtîbarkirin lê ew bixwe li pêşberî hiqûqê bêîtîrbar bûne.    MA / Selman Guzelyuz