Wezaret xwedî li DEDAŞ’ê derket û got: Di mirina Yûnûs ê 2 salî de xemsarî tune ye! 2022-04-04 10:12:47   ENQERE - Zarokê 2 salî Yûnûs Emre Bînen li Farqînê ji ber ku ceyran hatibûn qutkirin, ji sermayê jiyana xwe ji dest da. Wezaretê îdia kir ku di mirina Bînen de xemsariya DEDAŞ’ê tune ye.   Zarokê bi navê Yûnûs Emre Bînen ku nexweşê bronşîtê bû û maskeyê oksîjenê bi kar di anî, ji ber ku li Farqînê ceyran hatibûn birîn, ji sermayê jiyana xwe ji dest dabû. Têkildarî mijarê parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Amedê Remziye Tosun bi daxwaza ku Wezareta Enerjî û Çavkaniyên Xwezayî bibersivîne, pêşnûmepirsek dabû Meclisê. Wezaretê bersiv da pirsên parlamenter Tosun.    GELO LÊPIRSÎN HATIYE DESTPÊKIRIN?   Di pêşnûmepirsê de Tosun ev pirs ji wezaretê kirin: “Gelo haya wezareta we ji sepanên DEDAŞ’ê ku bi taybet jî mafê jiyana welatiyên nexweş binpê dike heye yan na? Yûnûs Emre Bînen zarokekî nexweş bû û ji ber ku ceyran hatibû qutkirin, malbatê nekarî alavên tedawiya wî bi kar bîne lewma jî jiyana xwe ji dest da. Gelo derheqê mijarê de we lêpirsîneke bibandor daye destpêkirin an na? Ji ber mijara behsa xeberê, gelo derheqê tu peywirdarekî de bi sedema ku ji xemsariyê rê li ber mirinê vekiriye û mafê sûdgirtina ji xizmetên cemaweriyê bin pê kiriye tu lêpirsîn hatine destpêkirin an na? Li bajarên kurdan DEDAŞ bi sepanên xwe xelkê mexdûr dike. Gelo haya we ji van sepanan heye? Di vê mijarê de gelo dê hewldaneke wezareta çê bibe?”    BI RÊZIKNAMEYÊ BERSIV DA    Wezaretê jî di bersiva xwe de de destnîşan kir ku sedema qutbûna ceyranên li bajêr, navçe û gundan li ser malpera înternetê ya DEDAŞ’ê hatine weşandin û ev agahî her meh bi Serokatiya Saziya Sererastkirina Piyasaya Enerjiyê (EPDK) re tên parvekirin. Bi domdarî Wezaretê wiha got: “Kargehên belavkirina ceyranê yên li herêmê neçarin ku kar û barên weke qutkirina ceyranê, vekirin, tehaqûq, cezayê derengdayînê û hwd. li gorî qanûnan bikin. Heke di vê mijarê de neheqiyek hebe, mezêxer ji ewilî divê serî li kargehê bidin. Ger encamek jê derneket, mafê wan heye ku serî li EPDK’ê bidin. Di encama lêkolînê de heke kargeh neheq derkeve, dê fişarên pêwîst li wê kargehê bên kirin.”    ‘XEMSARÎ TUNE YE’   Têkildarî pirsa derheqê Bînen de jî wezaretê ev bersiv da: “Têkildarî mirina behsa xeberê tu belgeyeke fermî radestî kargeha ceyranê nehatiye kirin. Di lêkolîn û lêpirsîna kargehê ya piştî bûyerê de derket holê ku mirina heyî ne ji ber sepan an jî terkexemiya kargehê çêbûye.”    ÇI BÛBÛ?   Zarokê bi navê Yûnûs Emre Bînen (2 salî) ku malbata wî li Taxa Camî ya Farqînê dijî, nexweş bû û makîneya hilmê bi kar tîna. Ji ber ku ceyrana malê hatibû qutkirin, malbata wî nekarî makîneyê bixebitîne û di şeva 12’ê kanûnê de ji ber sermayê rewşa wî giran bû. Li ser vê yekê malbatê gihand nexweşxaneyê lê zarok Bînen jiyana xwe ji dest da. Bijîşkan da zanîn ku ji ber sermayê dilê Bînen sekiniye û wisa jiyana xwe ji dest da ye.    Têkildarî mijarê DEDAŞ’ê îdia kir ku ji bo abonetiya malbata Bînen di 3’yê hezîranê û di 9’ê mijdarê de îxbarname şandine lê serlêdanek bo wan nehatiye kirin. Her wiha DEDAŞ’ê îdia kir ku ji bo birîna ceyrana malê di 10’ê kanûnê de çûyîne malê lê kesek li malê nebû lewma jî ceyran nebirîne. DEDAŞ’ê îdia kir ku di şeva 12’ê kanûnê de wan ceyran qut nekirine û di mirina Bînen de berpirsyartiya wan nîne.    Dayika Bînen, Meryem Bînen jî têkildarî mijarê ji ajansa me re axivî bû û berevajî gotinên DEDAŞ’ê, diyar kiribû ku demekî dirêj bû ku ceyrana wan hatibû qutkirin. Bavê Bînen, Ozcan Bînen jî îdiayên DEDAŞ’ê red kiribû û gotibû ku ceyrana wan hatibû qutkirin.    Hêjayî bibîrxistinê ye ku Midûrê DEDAŞ’ê piştî mirina zarok Yûnûs Emre Bînen, di 20’ê kanûna 2021’an de ji bo vexwarina çayê gazî malbatê kiribû.