Qeyûm li Geverê erseyan derxist ber firotinê 2022-04-04 10:10:39   COLEMÊRG - Şaredariya Geverê ya di bin rêveberiya qeyûm de sê erdên cuda yên şaredariyê derxist ber firotinê.     Şaredariya Navçeya Gevera Colemêrgê ya di bin rêveberiya qeyûm de ragihand ku li taxên Yenî, Gungor û Cumhuriyetê sê erdên aydê şaredariyê bi awayê îhaleya girtî derxistiye ber firotinê. Qeyûm bi ragihandina “lezgîn” van erdan derxist ber firotinê.   Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Navçeya Geverê têkildarî van erdan daxuyanî da û destnîşan kir ku deynê qeyûm bi giştî milyarek û 200 milyon lîreyê tirk heye.    ERSE TÊN PÊŞKÊŞKIRIN    Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku erseyên herî bi nirx ên navçeyê tê pêşkêşkirin û wiha hat gotin: “Em dest bidin destê hev du, yên çav berdane mal û milkê me, di hilbijartina ewil de wan bişînin û em soza vê yekê didin gelê xwe. Yên van erseyan wek rantê dibîne û ketine nava hewesa ku van hewldanên ku milkên  şaredariyê bikin aydê şexsê xwe û xwediyên sermayê bila ji bîra nekin, di hilbijartina ewil de em ê dîsa şaredariya xwe paş ve bistînn û wan erseyan ji wan bistînin û bixin xizmeta gelê xwe. Em ê ji bo vê hemû karûbarên yasayî û hiqûqî pêk bînin. Bila gumana kesî ji vê nebe.”