Amedî: Heke şer hebe halxweşî tuneye 2022-04-04 09:03:39 AMED - Amediyan, bertek nîşanî zemên ku li ser tên dan û destnîşan kirin ku sedema bingehîn a qrîzê polîtîkayên şer in û ji bo çareseriyê ev pêşniyar kirin: "Ji rêveberiyê pirtir divê pergal biguhere." Mirov her roj bi agahiya zemên nû şiyar dibin. Ji sotemenî, gaza sirûştî û ceyranê bigire heta pêwistiyên bingehîn ên mîna şekir, goşt û arvan gelek biha bûne û zem hatine ser wan. Bi zemên ku gihîştine ji sedî 50 gotina "em êdî nikarin nan bikirin" bûye rastiye. Li navçeya dîrokî Sûra Amedê, welatiyên ku me mîqrefon dirêjî wan kir, destnîşan kirin ku sedema bingehîn a zeman û qrîza aborî polîtîkayên şer in.     JI BO HIKÛMETÊ: DESTPÊKÊ LI WELAT BINÊRE   Welatî Mehmet Daşdan, diyar kir ku hewl dide bi mûçeyê teqawitiyê debara xwe bike û wiha got: "Êdî kes nikare fatoreyên xwe razîne. Tenê bi hevjîna xwe re dijîm lê em bi zorê debara xwe dikin. Dahata welat ne mirov, xebatkar û hilberîneran re ye. Li çeteya 5 endam re ye. Kesên ku heqdesta asgarî digirin tên eciqandin, biçûk tên dîtin û zem li ser kesên xizan tê hiştin. Xesara zeman ji siyasetmedar, mirovên paye bilind û çeteya 5 endam re tuneye."   Di berdewamê de Daşdan, da zanîn ku mirovên di hêla aborî de rewşên wan ne baş piştî zeman nikarin loqek nan bibine mala xwe û ev tişt anî ziman: "Kesên ji şatafatê hez dikin hikûmet in. Dema ku qeyûm ji vir derbas dibe 1*-20 wesayît parastvan pê re ne. Heke tu ji nav vî gelî derketibî û û muxatabî vî gelî bî çima bi 20 wesayîtên parastvanan digerî? Heke tu ji xwe nebawer bî û nikaribî bi hêsanî di nav vî gelî de bigerî çi karê te li wê paldankê heye? Jixwe ew paldank ji te re nehatiye dayîn, te ew dagir kiriye. Ev hemû têkildarî Pirsgirêka Kurd in. Heke şerê li welat bi dawî bibe wê her tişt asayî bibe. Rabûn danîna balefirekî bi trilyonan e. Divê hikûmet Rûsya û Ûkraynayê deyne aliyekî û destpêkê gel û welatê xwe di nav aştiyê de bide jiyandin."   'SEDAMA QRÎZÊ ŞER E'   Welatî Îlyas Gursoy jî bi lêv kir ku sedema pirsgirêkên heyî pergal e û ji bo çareserkirina pirsgirêkan "guhertina pergalê" şert e û wiha got: "Bi taybetî ji sedî 90 mirovên li herêmê bêkar in. Divê ev zihniyet demildest biguhere. Heta ku serhildana gel çênebe wê ev zilm wiha bidome. Divê gel biherike kolanan serî hilde. Em ne li dijî tu mirovên li vir in. Em tenê mirovahiyê dixwazin. Em çiqas aştiyê dixwazin ew ewqas hewl didin me tune bikin. Sedema tekane ya vê qrîza aborî şer e. Bi neaxaftina gel rewş aloztir dibe."   'BI KEVÇÎ DIDIN BI ÇOÇIKÊ DIGIRIN'   Huseyîn Olçek jî zeman weke "zilmê" bi nav kir û ev tişt got: "Vî gelî teşfîqê serlhildanê dikin. Mirovên ku nikarin goşt û loqek nan bibin mala xwe hene. Ew li qesrê ji xwe re kêf dikin millet jî di nav sergo de ji xwe re li loqek nan digere. Her sal dibêjin, 'em li pişta birayê xwe yên kurd in'. Lê piştî ku ji Rihayê derbas dibin gotina xwe ya "biratiyê" ji bîr dikin. Qrîza aborî û şerê ku tê meşandin girêdayî hev in."   Welatiyê bi navê Alî Karahan ku 4 zarokên wî hene jî derbarê qrîzê de wiha axivî: "Heqdesta asgarî derxistin 4 hezar û 250 TL'yî. Lê zemên ku hatin hezkirina gel di qirêkê de hiştin. Rojeke piştî zemkirina heqdesta asgarî ceyran, gaza sirûştî jî zem kirin. Niha dîsa gaza sirûştî ji sedî 35 zem kirin. Ji vê saetê şûn de tu zem neyê jî zema ku hatiye ser mazotê bes e. Hikûmet bi kevçî dide bi çoçikê digire. Bêkariya li Tirkiyeyê li tu derî tuneye. Pirsgirêka heî mezin a Tirkiyeyê Pirsgirêka Kurd û bêkarî ye. Divê hin tişt bên sererastkirin. Hatim vî temenî, min rewşeke wiha nedîtiye. Mirov nikarin dan û standinê bikin. Her roj zem tê ser tiştekî."   'HEKE ŞER HEBE HALXWEŞÎ TUNEYE'   Huseyîn Korkûtay, got ku li cihê şer lê hebe divê neyê fikirin ku li wir asta halxweşiyê bilind bibe û wiha axivî: "Sê artêşên ku şer wan bi xwe re tîne hene. Mirî, diz û kesên şînê digirin. Niha em serdena artêşa dizan dijîn. Piştî şer jî em dema mirî û kesê şîn digirin bijîn. Tansû Çîler got, Modela Baskê', Suleyman Demîrel got, 'Em realîteya kurd nas dikin', Mesût Yilmaz got, 'Rêya Yekitiya Ewropayê di Amedê re derbas dibe'. Ev (AKP) hatin gotin, 'Em Pirsgirêka Kurd nas dikin, pirsgirêka min e, ez ê çareser bikim'. Tişta jê re dibêjin 'çareserî' alozî û qrîz e. Armanceke tenê ya kapîtalîzmê heye ew jî bidestxistina rantê ye. Çiyayan bombe dikin. Tapoyê welat girtine. Kesên beriya vana jî ne baş bûn lê hinek be jî ditirsiyan. Vana diziyê meşrû kiriye. Êdî edalet, ewlehî û wekhevî tuneye."   'DIVÊ PERGAL BIGUHERE'   Di berdewama axaftina xwe de Korkûtay, muxalefetê jî bi "tirsandinê û fikirandina kêrhatina xwe" sûcdar kir û ev tişt got: "Digotin, 'Em ê deyn bidin Fona Pere ya Navneteweyî (IMF)'. Aboriya welat bilind, rantxur li derve hatin hiştin. Dema ku mirov pere bavêje hewzeke ava zelal wê bê dîtin. Lê heke mirov bavêje hewzeke şolî wê neyê dîtin. Vana hewaya şolî hez dikin. Li xwîna mirov dimjin. Qeyûm tayînî şaredariyan kirin. Mirovan bi KHK'an ji karê wan derxistin. Heke ji hezara yekê ku anîn serê HDP'ê û gelê kurd bihata serê AKP'ê niha wê tiştek li ser navê AKP'ê nemana. Rexmî vê jî gelê kurd li ser piyaye. Ji rêveberiyê wêdetir divê pergal bê guhertin. Pergala kapîtalîst wiha çerxa xwe digerîne. Her tiştî meşrû dikin, nebaşiyê jî meşrû dikin. Li ser navê başiyê tiştekî nabêjin. Mirovan bê kar dihêlin û hewceyî 3 qurişan dikin. Mirov ewqas neheqiyê heq nakin."   MA / Ceylan Şahînlî