Li Qoserê hemşîrekî întihar kir 2022-04-03 18:44:12   MÊRDÎN - Li navçeya Qoserê, hat diyarkirin hemşîrekî ku ji ber deynê xwe yê nikaribûye razîne pirsgirêkên derûnî dijiya întihar kir û dawî li jiyana xwe anî.      Li navçeya Qoserê ya Mêrdînê, hemşîr Şiyar Ozgur Temlî ku li Nexweşxaneya Dewletê ya Qoserê dixebitî, dawî jiyana xwe anî. Hat diyarkiirn ku Temlî bi hevjîn û pitika xwe ya 4 mehî re jiyaye û întiharkirina wî hevjîna wî ferq kiriye. Piştî ferqkirinê hevjîna wî gazî ambûlansê û tîmên tenduristiyê dike û wî radikin nexweşxaneyê. Li nexweşxaneyê rexmî hemû mudaxaleyan Temlî nayê xelaskirin û jiyana xwe ji dest dide.    Cenazeyê Temlî ji aliyê malbta wî ve hat girtin û li Qoserê hat veşartin.    Hat hînbûn ku demeke kurt berî întihar bike çûye Nexweşxaneya Dewletê ya Qoserê û piştî saetek li nexweşxaneyê maye vegeriyaye mala xwe.    Hat diyarkirin ku Temlî ji ber deynê xwe yê ku nikaribûye razîne pirsgirêkên derûnî jiyaye.