Artêşa Iraqê li Şengalê bi ser gundên ereban de girtin û gef lê xwarin 2022-04-03 16:08:09   NAVENDA NÛÇEYAN - Hêzên artêşa Iraqê bi ser gundên ereban ên li Şengalê de girtin û gef lê xwarin ku beşdarî protestoyên li dijî çêkirina dîwar nebin.   Artêşa Iraqê demek berê li ser sînorê di navbera Şengal û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de dest bi lêkirina dîwar kiribû. Hat zanîn ku artêşa Iraqê niha jî bi ser gundên ereban ên li Şengalê de girtin û gef li welatiyan xwarin. Şêniyên êzdî û ereb ên li herêmê di 13’ê adarê ji bo protestokirina lêkirina dîwar, meşek li dar xistibûn. Piştî çalakiyê jî artêşa Iraqê zexta xwe ya li ser xelkê ereb ê herêmê zêdetir kirin.    Li gorî nûçeya Rojnewsê, 18’emîn Lîwaya Parastvanên Sînor ku girêdayî Serokwezîr Mûstafa Kazimî ne, li gundên Hesawik, Bîrcarî û Til Mişrif ên navçeya Sinûn a Şengalê bi ser gelek malan de girtin. Ev gund, 3 km’an nêzî sînorê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ne. Di serdegirtinê de artêşa Iraqê her çiqas “lêgerîna çekan” weke hincet nîşan da be jî, çavkaniyên ji herêmê dan zanîn ku di dema serdegirtinê de ji şêniyan re hatiye gotin ku ji çapemeniyê re neaxivin, beşdarî çalakiyên li dijî dîwar nebin û gef li welatiyan xwarin.   Her wiha hat zanîn ku Teşkîlata Ewlekariya Neteweyî ya Iraqê jî li ser telefonê li xelkê herêmê geriyaye û jê re gotiye ku beşdarî çalakiyan nebin.