Malbata Şenyaşar: Hiqûq, ezmûna xwe ya herî girîng li pêşiya edliyeyê dide 2022-04-03 12:54:38   RIHA - Çalakiya Nobeta Edaletê ya malbata Şenyaşar di roja 391’an de berdewam kir. Malbatê diyar kir ku hiqûq li Tirkiyeyê ezmûna xwe ya herî girîng li dijî dayikeke ku li pêşiya edliyeyê têdikoşe dide.    Xizm û parastvanên parlamenterê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz di 14’ê hezîrana sala 2018’an de li Pirsûsê êrişî dikana malbata Şenyaşar kir. Di êrişê de hevjîn û du kurên dayika Emîne Şenyaşar hatin qetilkirin û kurê wê Ferît Şenyaşar jî bi birîndarî xelas bû. Ji bo dîtina kujeran û darizandina wan, Emîne û Ferît Şenyaşar di 9’ê adara 2021’an de li pêşiya Edliyeya Rihayê dest bi çalakiya Nobeta Edaletê kir. Çalakiya malbatê di roja 391’an de berdewam kir. Di dawiya hefteyê de edliye girtî ye lewma malbatê çalakiya xwe li mala xwe ya Pirsûsê berdewam kir.    Malbatê, li ser hesaba xwe ya medyaya civakî wêneyê ambulansa ku dema birîndar vediguhest rastî êrişê hatibû parve kir û ev peyam da: “Hemû kes êdî pê dizane ku hiqûq li Rihayê li gorî şexs û meqaman teşe digire. Li Tirkiyeyê hiqûq, ezmûna xwe ya herî girîng li hemberî dayikeke ku li pêşiya edliyeyê têdikoşe dide. Heta ku edalet pêk tê em ê bêdeng nemînin. Em ê nedin jibîrkirin.”