Ji ber wêneyên Denîz Gezmîş û Îbrahîm Kaypakkaya doz li muzîkjen Bayrakoglû hat vekirin 2022-04-03 09:33:21 STENBOL - Ji ber parvekirinên li ser hesabên medyaya sanal ên derbarê Denîz Gezmîş û Îbrahîm Kaypakkaya de, derbarê muzîkjen Erdal Bayrakoglû de doz hat vekirin.  Ji ber parvekirinên li ser hesabên medyaya sanal ên derbarê Denîz Gezmîş û Îbrahîm Kaypakkaya de, bi sûcê "propagandaya rêxistinê" derbarê muzîkjen Erdal Bayrakoglû de doz hat vekirin. Danişîna ewil dozê dê di 8'ê Hezîranê de li Edliyeya Enqereyê bê lidarxistin.    Bayrakoglû, diyar kir ku ji bo dozê parvekirinên wî yên li ser medyaya sanal ên sala 2017'an hatine berhevkirin û got: "Parvekirineke min, a ji bo konsera bîranîna Îbrahîm Kaypakkaya bû ku me li derveyî welêt li dar xist. Ji xeynî vê parvekirina wêneyê denîz Gezmîş û hevalên wî jî sûc hatiye hesibandin. Her wiha bangawaziya min a ji bo konsera ji bo alîkariya KHK'iyan j wekî propagandayê hatiye hesibandin."    Bayrakoglû, destnîşan kir ku doza hatiye vekirin ne dozeke şexsî ye û got: "Îqtidar di nava şerekî li hemberî hunerê de ye. Ji lew re dizane ku huner rê li ber ruhê mirov vedike û dixwaze vê rêyê asteng bike." Bayrakoglû, bilêv kir ku ji ber van zext û zoriyan tu carî bêdeng nebûne û dê nebin jî û ji bo danişînê bang kir: "Ev doza hunerê ye, lewma em hemû gelê xwe û hunermendan vedixwînin danişînê."