Qadeke nû ya tecrîdê: Girtîgehên Tîpa S 2022-04-03 09:12:29   ENQERE - Koordînatora Parêzvaniyê ya CÎSST'ê Berîvan Korkût, diyar kir ku girtîgehên Tîpa S'yê yên ku di du salên dawî de dest bi çêkirina wan hatiye kirin, ji bo girtiyan qadên tecrîdê yên nû ne û got, awayê zêdekirina kapasîteya girtîgehên Tîpa F'yê ne.    Girtîgehên Tîpa S'yê yên wekî yên Tîpa F'yê tên çêkirin ev demeke di rojevê de ne. Herî dawî li Girtîgeha Îdir a Tîpa S'yê girtî Sezer Alan û Sînan Kaya bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dabûn.   Koordînatora Parêzvaniyê ya Komeleya Civaka Sivîl di Pergala Înfaza Ceza de (CÎSST) Berîvan Korkût, behsa girtîgehên Tîpa S'yê û tiştên li van girtîgehan diqewimin kir.    ‘AWAYÊ ZÊDEKIRINA KAPASÎTEYA GIRTÎGEHÊN TÎPA F'YÊ NE'   Korkût, destnîşan kir ku girtîgehên Tîpa S'yê girtîgehine bilind in û ên di van girtîgehan de dimînin jî bi piranî girtiyên siyasî ne. Korkût, bilêv kir ku girtîgehên Tîpa S'yê û yên Tîpa F'yê pir dişibin hev du û got: "Qawîşên yekkkesî û sê kesî taybetmendiyên hevpar ên her du girtîgehan e. Her wiha kapasîtyeya her du girtîgehan ne wekî hev e. Li Tirkiyeyê kapasîteya girtîgehên Tîpa F'yê 368 kes in, yên Tîpa S'yê 552 kes in. Yanî em dikairn ji bo girtîgehên Tîpa S'yê bibêjin ku awayê zêdekirina kapasîteya girtîgehên Tîpa F'yê ne."    ‘WEZARETA DADÊ AGAHIYAN PARVE NAKE'   Korkût, bilêv kir ku ji bo ferqa di navabera girtîgehên Tîpa S û girtîgehên Tîpa F'yê de serî li Wezareta Dadê dane, lê wezaretê ji wan re gotiye "Ev agahî têkildarî veşarîbûna saziyan e, em nikarin parve bikin."    Korkût, destnîşan kir ku ji ber vê derbarê van girtîgehan de pir ne xwedî agahî ne, lê erka wan a sereke ji bo girtîgehan qadên tecrîdê yên nû ne.    'ATK NE SERBIXWE YE'   Korkût, bal kişand ser rewşa girtiyên nexweş jî. Korkût, diyar kir ku bi salan e gelek saziyên civaka sivîl destnîşan dikin ku Saziya Tiba Edlî (ATK) ne saziyeke serbixwe ye, di bin banê wê de kesên tayinkirî hene û lewma ne pêkan e ku biryarên bêalî bide. Korkût, anî ziman ku ji dêvla ATK'ê divê mekanîzmayên biryardayînê bên çêkirin.   Korkût, bilêv kir ku niha hewl didin hejmara rast a girtiyên jiyana xwe ji dest dane peyda bikin û ji bo vê gelek caran serî li CÎMER'ê û Wezareta Dadê dane, lê dîsa jî ev hejumar bi wan re nehatiye parvekirin.    MA/ Firat Can Arslan