Nobeda Edaletê ya Wanê berdewam dike 2022-04-02 16:45:53   WAN - Çalakiya "Nobeda Edaletê" ya li Baroya Wanê hatiye destpêkirin di roja 107’emîn de berdewam kir. Di çalakiya îro de hat diyar kirin ku dê li dijî tecrîdê têkoşîna xwe bidomînin.    Nobeda Edaletê ya malbatên girtiyên nexweş û girtiyên cezayê wan xelas bûye lê nayên berdan li Baroya Wanê dane destpêkirin di roja 107’emîn de berdewam kir. Çalakiya îro dayika girtî Botan Tîmûr ku li Girtîgeha Wanê ya Tîpa F’yê tê ragirtin Aslihan Tîmûr domand. Rêveberên Rêxistina Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Navçeya Rêya Armûşê îro serdana nobetdê kirin.    Hevserokê DBP'a Rêya Armûşê Îdrîs Polat axivî û diyar kir ku piştevaniya çalakiya malbatan dikin û got: "Li girtîgehan polîtîkayeke dîlgirtinê tê kirin. Ji bo berjewendiyên xwe hiqûqa xwe binpê dikin. Her wiha bi hewldana xwe îktidara xwe meşrû dikin. Kesên ku di çalakiya nobeda edaletê digirin ne bi tenê ne. Em li vir bang dikin û dibêjin divê demildest daxwaza malbatan bê cih."    Polat di axaftina xwe de bal kişand ser tecrîda li Îmraliyê û wiha axivî: "Em tecrîda li ser birêz Ocalan bi tu awayî qebûl nakin. Em ê li dijî tecrîdê têkoşîna xwe bidomînin."