Rewşa Menteş ê ji sedî 68 astengdar e xerab dibe 2022-04-02 15:39:24   STENBOL - Parazvanên mafên miravan di çalakiya “Rûniştina F” de bal kişandin ser rewşa girtiyê nexweş Ozgur Sînan Menteş ê ji sedî 68 astengdar e û got: “Divê Menteş serbest bê berdan.”    Ximzên windayan û parazvanên mafên miravan ji bo girtiyên nexweş serbest bên berdan çalakiya “Rûniştina F” di hefteya 523'an de berdewam kirin. Xizmên windayan çalakiya xwe li pêş Şaxa ÎHD’ê ya Stenbolê berdewam kirin. Malbat û parazvanên mafên mirovan vê hefteyê bal kişandin ser rewşa Ozgur Sînan Menteş ê ji sedî 68 astengdar û li Girtîgehea Tîpa L a Hejmar 2 a Maltepeyê.    Malbatan di çalakiyê de pankarta “Bila girtiyê nexweş Ozgur Sînan Menteş serbest bê berdan” vekirin û bê navber dirûşmeyên “Mirov bi mafê xwe mirov e”, “Tecrîd dikuje, piştevanî dide jiyandin” û “Dermankirin maf e nayê astengkirin” berz kirin.    Li ser navê komê Rêveberê Şaxa ÎHD’ê ya Stenbolê Ferît Barut daxuyanî da. Barût, anî ziman ku girtîgeh bûne wekî “Mala mirinê” û wiha got: “Nahêlin ku girtiyên nexweş bên dermankirin. Ji bo girtiyên polîtîk her tiştî asayî dibînin. Ji ber vê yekê girtî jiyana xwe ji dest didin. Li Girtîgeha Tîpa D a Amedê Abdullah Boran ê 80 salî ku 26 sal bû gitî bû jiyana xwe ji dest da. Tevî temen û nexweşiya pençeşêrê nehat berdan û 7 mehan tevî kelepçeyê derman kirin. Li Girtigeha Tîpa F a Wanê girtiyê 20 salî Şervan Can Guder li girtîgehê jiyana xwe ji dest da.”    Barût anî ziman ku Menteş bi nexweşiya dil, kalp, Koah û Diyabetê ye û xwest bi lezgîn serbest bê berdan. Barut destnîşan kir ku Menşet divê bi rêk û pêk bê kontrolkirin û sûdê ji mafê xwe yê tenduristiyê bigire. Barut, da zanîn ku malbata Menteş ji bo alîkariyê serî li ÎHD’ê daye û diyar kirine ku rewşa Menşet giran e.    Barut, herî dawî xwest hemû girtiyên nexweş ji mafê xwe yê tenduristiyê sûdê bigirin û rayedar erka xwe pêk bînin. Barut bang li raya giştî jî kir û xwest ji bo mafê girtiyên nexweş hestiyar tev bigerin. “