ÎHD’a Îzmîrê aqûbeta nivîskar Sabahattîn Alî pirsî 2022-04-02 14:16:54   ÎZMÎR - ÎHD’a Îzmîrê li aqûbeta nivîskar Sabahattîn Alî yê 74 sal berê hatibû qetilkirin pirsî û xwest rastî ji raya giştî re bê eşkerekirin.    Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Şaxa Îzmîrê li ber Sumerbanka berê ya li Konakê çalakiya “Bila winda bên dîtn û kujer bên darizandin” li dar xist. ÎHD’ê di çalakiya xwe ya vê hefteyê de li aqûbeta nivîskar-helbestvan Sabahattîn Alî yê di sala 1948’an de bû qûrbanê cînayeta kiryar nediyar pirsî. Di çalakiyê de pankarta “Winda wîjdan in, xwedî derkeve” û “Kiryar diyar in, winda li ku ne” û wêneyên Sabahattîn Alî hatin hildan.    Rêveberê ÎHD’a Îzmîrê Caner Canli daxuyanî da û destnîşan kir ku dema nivîskar û helbestvan Sabahattîn Alî di 31’ê adara 1948’an de xwestiye derkeve derveyî welat dema ji Stenbolê derketiye şûnve hatiye windakirin. Canli xwest aqûbeta Sabahattîn Alî bê eşkerekirin û rastî ji raya giştî re bên gotin. Canli got ji wê rojê ve agahî ji Sabahattîn Alî nayê girtin û kes nizane cenazeyê wî li ku ye.