Rojnamevan Evîn Bûldan li ser gora xwe hat bibîranîn 2022-04-02 12:46:34   COLEMÊRG - Rojnamevan Evîn Bûldan a di encama krîza dil de jiyana xwe ji dest dabû, li ser gora xwe hat bibîranîn.   Edîtora rojnameya Azadiya Welat û Rojeva Medya rojnamevan Evîn Bûldan a di 2’yê nîsana 2017’an de li Amedê di encama krîza dil de jiyana xwe ji dest dabû, di salvegera 5’emîn de li ser gora xwe hat bibîranîn. Bîranîna ji aliyê Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DFG) û Platforma Rojnamevên Jin a Mezopotamyayê (MKGP) ve pêk hat, li ser gora Bûldan a li Goristana Bajêrgê ya navçeya Gevera Colemêrgê hat lidarxistin. Parlamenterê HDP’ê yê Colemêrgê Saît Dede, Hevserokê HDP’a Geverê Şoreş Dîrî, rojnamevan û xizmên wê tevli bîranînê bûn. Bav û dayika Evînê ji berk u li Wargeha Penaberan a Mexmûrê dijîn, tevli merasîma bîranînê nebûn.    DÊ GIRÊDAYÎ TÊKOŞÎNA WÊ BIMÎNIN    Mamê Evînê, Lutfu Bûldan ji ber tevlibûna bîranînê spasiya her kesî kir û got ew ê girêdayî têkoşîna Evînê bimînin.    Rojnamevan Rabî Onver jî diyar kir ku ji bo ew xeyalên Evînê bicih bînin dê her daîm têbikoşin û spasiya beşdaran kir.    DÊ PÊNÛSA EVÎN LI ERDÊ NEHÊLIN    Pişt re rojnamevan Adnan Bîlen axivî û destnîşan kir ku ew ê her daîm girêdayî têkoşîna Bûldan û şehîdên çapemeniyê bimînin û dê têkoşîna xwe bidomînin. Bîlen diyar kir ku hêj Evînê 4 salî bûye ketiye ser rêya koçberiyê û ruh û enerjiyek xurt li Amedê rojnamevaniyê kiriye û dê pênûsa evînê li erdê nehêlin û têkoşîna wê mezintir bikin. Bîlen da zanîn meşaleya ku Apê Mûsa, Gurbettelî Ersoz û cangoriyên çapemeniyê pêxistine dê geştir bikin û çapemeniya azad a kurd tu demê li dijî zext, tundî, kuştin, girtin û bomeberana paş de gav neavêtiye û ew ê di şexsê Evînê de hemû cangoriyên çapemeniya azad bibîr tînin.    DÊ TÊKOŞÎNA WÊ BIDOMÎNIN    Parlamenter Saît Dede jî anî ziman ku bi hezaran şagirtên cangoriyên çapemeniyê hene û ew soz didin ku dê her daîm têkoşîna wan bidomînin.    Piştî axaftinan hevpîşeyên Evînê û beşdarên din qerenfîl danîn ser gorê û bîranîn bi dawî bû.