Malbata Şenyaşar wê li pêş edliyeyê fitara xwe bike 2022-04-02 11:43:36   RIHA - Malbata Şenyaşar a li pêş Edliyeya Rihayê Nobeta xwe ya Edaletê didomîne, wê fitara xwe ya ewil li pêş edliyeyê bike.    Çalakiya Nobeta Edaletê ya malbata Şenyaşar a li pêş Edliyeya Rihayê di roja 390’emîn de ye. Ji ber dawiya hefteyê ye û edliye girtî ye malbat nobeta xwe li mala xwe ya li navçeya Pirsûsê didomîne.    ‘KESÊN ROJIYÊ DIGIRIN DIVÊ ADIL BIN’   Dayik Şenyaşar û kurê wê yên par rojiya xwe ya ewil li pêş Edliyeya Rihayê vekirî bû. Ji ber roja meha Remezanê ya ewil e wê dayik û kurê wê di saetê êvarî de bên pêş Edliyeya Rihayê û fitara xwe li vir bikin. Malbatê di hesabê xwe yê medya dîjîtal de Wezîrê Edaletê Bekîr Bozdag û Serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan etiket kir û ev peyam parve kir: “Em fitara xwe ya ewil li pêş mala xwe, Edliye Rihayê vedikin. Dayik 390 roj in li pêş deriyê edliyeyê ye, kesên fermana serweran pêktînin jî di malên xwe yên germ de ne. Kesên rojiyê digirin mecbûr in ku adil bin.”