Ji bo Ocalan 73 şitil hatin çandin 2022-04-02 11:28:51   DÊRSIM - Li Dêrsimê welatiyan ji bo rojbûna 73’yemîn a Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li deverên cuda yên bajêr 73 şitil çandin.    Rojbûna 73’yemîn a Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ê di 4’ê Nîsana 1949’an de li gundê Amara bi ser navçeya Xelfetiya Rihayê ve hat dinê, li Dêrsimê bi çandina daran ango şitilan hat pîrozkirin.    Welatiyên Dêrsimê ku rojbûna Ocalan pîroz kirin, li qerexê Newala Vargasor a li Geliyê Mûnzûrê û li deverên cuda yên bajêr şitil çandin. Ji ber rojbûna 73’yemîn 73 şitil hatin çandin.