Jinên ku 17 sal in diçin Amarayê: Werin em bi hev re 4'ê Nîsanê pîroz bikin 2022-04-02 09:14:19 RIHA - Jinên ku tevli hemû pîrozbahiyên li Amarayê bûne, bang kirin: "Werin em bi hev re 4'ê Nîsanê pîroz bikin." Dê 73'yemîn rojbûna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bê pîrozkirin. Dayika Aştiyê Hadlê Ogûr, Hevseroka HDP'ê ya Xelfetiyê Fatma Korkmaz û aktivîsta TJA'yê Hamîde Goktaş ku 17 sal in tevli pîrozbahiyên li Amarayê dibin, di 4'ê Nîsanê de her kesî vexwandin Amarayê.    Hadlê Ogûr, bilêv kir ku 4'ê Nîsanê ji bo wan girîng e û berê di her 4'ê Nîsanê de ji Pirsûsê heya Elîgorê meşiyane û li Elîgorê 3 rojan rojbûna Ocalan pîroz kirine, lê paşê ev yek li Xelfetiyê domandine. Ogûr got: "Em dixwazin rojbûna Ocalan li gundê wî pîroz bikin. Di sala 2009'an de pêşiya me girtin, êriş kirin. 2 kesan jiyana xwe ji dest dan, bi hezaran kes jî birîndar bûn. Lê tevî hemû astengiyan jî gel çû Xelfetiyê. Em di sala 2015'an de ji Rihayê heya Xelfetiyê meşiyan. Te digot qey em ji Gola Masiyan heya Amarayê difiriyan. Coşeke wisa mezin hebû."    '4'Ê NÎSANÊ ROJBÛNA JINÊN KURD E'   Ogûr, destnîşan kir ku 4'ê Nîsanê rojbûna Ocalan, di heman demê de rojbûna jinên kurd e jî û got: "Ocalan qîmeta da jinan. Bi Ocalan re jinan mafên xwe nas kir. Zextên li ser Ocaland didomin. Ger niha bê berdan dê ji bo cîhanê firsendek mezin be. Ger Ocalan li derve bûna, dê ji bo qada navneteweyî şensek bûna."    'DIVÊ OCALAN BÊ BERDAN'   Ogûr, destnîşan kir ku divê tecrîd bê şikandin û Ocalan bê berdan û got: "Dê hemû pirsgirêkên me bi berdana Ocalan çareser bibin. Divê tecrîda li ser Ocalan bê rakirin. Bi vî awayî dê welêt rihet bibe. Dê şer bi berdana wî bi dawî bibe. Em dixwazin beriya rojbûnê azad be. Em di 4'ê Nîsanê de rojbûna wî pîroz bikin."    Fatma Korkmaz jî bilêv kir ku rojbûna Ocalan tê wateya vejîna gelê kurd û got: "4'ê Nîsanê rojbûna jinên kurd e. Felsefeya birêz Ocalan, fikr û ramanên wî ewilî jinan, jinên kurd azad kir." Korkmaz, bal kişand ser tecrîda li ser Ocalan jî û got: "Li ser Ocalan tecrîdek gelek mezin heye. Êdî bes e, em dixwazin tecrîd bê rakirin."    Korkmaz, anî ziman ku gava pîrozkirina rojbûna Ocalan tê astengkirin bûyer rû didin û bûyerên berê û kesên di bûyeran de jiyana xwe ji dest dane bibîr xist. Korkmaz got: "4-5 salan serbest bû. Wan salan bi coşek mezin hat pîrozkirin. Bi deh hezaran kes dihatin Amarayê, rojbûna Ocalan pîroz dikirin. Gava qedexe tune bûn tu pirsgirêk rû nedidan. Lê 6 sal in cardin hatiye qedexekirin. Çima tê qedexekirin?"    Korkmaz, di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku deriyên Xelfetiyê ji bo pîrozbahiyan vekiriye, deriyê malbata Ocalan vekiriye û got, êdî dixwazin Ocalan jî tevli van pîrozbahiyan bibe.    'BILA OCALAN AZAD BE'   Aktivîsta TJA'yê Hamîde Goktaş jî bal kişand ser tecrîda li ser Ocalan. Goktaş, diyar kir ku gava destûra pîrozbahiyên 4'ê Nîsanê tê dayîn, pîrozbahî bi girseyî tên kirin. Goktaş got: "Gava destûr tê dayîn tu pirsgirêk rû nadin. Niha qedexe hene. Lê çima? Çima ev qasî ji rojbûna Ocalan ditirsin? Çima ji jinan ditirsin? Ji kincên zarokên 4-5 salî tirsiyan û ew binçav kirin. Çima ev qasî ji gelê kurd ditirsin? Êdî divê jinên kurd netirsin. Em doza aştî û azadiyê dikin. Em dixwazin Ocalan azad be."    MA / Mujdat Can