Girtiyê her du gurçikên wî xera bûne ji ber rapora ATK'ê nayê berdan 2022-04-02 09:14:15 ÊLIH - Gurçikên girtiyê nexweş Firat Nebîoglû ku ATK'ê rapora "dikare di girtîgehê de bimîne" daye wî, xera bûne. Nebîoglû, di makîneya diyalîzê de ye.  Firat Nebîoglû (24) ku di Cotmeha 2015'an de li Êlihê hatibû girtin û 11 sal û 7 meh ceza lê hatiye birîn, her diçe tenduristiya wî xirab dibe. Nebîoglû ku niha di Girtîgeha Êlihê ya Tîpa T'yê de ye, nexweşîna gurçikan, a çavan û guhan pê re heye. Di 16'ê Mijdara 2021'ê de Saziya Tiba Edlî (ATK) rapora "dikare di girtîgehê de bimîne" daye wî. Lê ji ber ku her du gurçikên wî xirab bûne, Nexweşxaneya Perwerdehî û Lêkolînê ya Êlihê di 7'ê Adarê de rapora "nikare di girtîgehê de bimîne" daye wî.    RAPORA ATK'Ê   Piştî rapora nexweşxaneyê ya Nebîoglû ji girtîgehê re hatiye şandin, Nebîoglû di 14'ê Adarê de sewqî ATK a Stenbolê hatiye kirin. Piştî ATK, di 24'ê Adarê de cardin ew şandine girtîgehê. Nebîoglû, di 25'ê Adarê de hevdîtin bi malbata xwe re kiriye û gotiye rapora "dikare di girtîgehê de bimîne" dane wî.    GURÇIKÊN WÎ XERA BÛNE   Nebîoglû, piştî bi telefonê hevdîtinê bi malbata xwe re kiriye bi 4 rojan cardin tenduristiya wî xirab bûye û cardin wî rakirine Nexweşxaneya Perwerdehî û Lêkolînê ya Êlihê. Bijîşkên nexweşxaneyê di 31'ê Adarê de ji malbatê re gotine her du gurçikên Nebîoglû jî xera bûne.   Hat hînbûn ku Nebîoglû niha di makîneya diyalîzê de ye.    DAYIK: BER BI MIRINÊ VE TÊ ŞANDIN   Dayik Rahîme Nebîoglû, diyar kir ku ATK kurê wê ber bi mirinê ve dişîne. Dayik Nebîoglû, destnîşan kir ku ya tê kirin "zilm" e û xwest rojek berî rojekê ev zilm bi dawî bibe. Nebîoglû, di berdewamiya axaftina xwe de got: "Kurê min zarok bû hat girtin. Bi awayekî bêhiqûqî hat girtin. Nexweşîna wî li girtîgehê girantir bû. Ji ber ku tevdîr nehatin girtin gurçikên wî xera bûn. ATK'ê du caran rapora dikare di girtîgehê de bimîne da wî. Ev çi bêwijdanî ye."    MA / Fethî Balaman