Guneş ê hat berdan: Bi ser qawîşan de dihat girtin, pirtûk dihatin desteserkirin 2022-04-02 09:03:44 MÛŞ - Serokê ÎHD a Şaxa Mûşê yê berê Parêzer Tarik Guneş ku hat berdan got: "Her roj bi ser qawîşan de dihat girtin, lêgerîn dihatin kirin, pirtûk dihatin desteserkirin." Serokê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Şaxa Mûşê yê berê Parêzer Tarik Guneş di 12'ê Sibatê de hatibû binçavkirin û paşê hatibû girtin. Guneş, di 30'yê Adarê de di danişîna ewil de hatibû berdan.    Guneş behsa pêkanînên li girtîgehê kirin. Guneş, diyar kir ku daraz bi siyasetê ve hatiye girêdan û li girtîgehan girtî bi binpêkirinên mafan ên dijwar re rû bi rû dimînin.    Guneş, destnîşan kir ku mafê darizandina adil bi temamî hatiye binpêkirin û got: "Ez ji ber daxuyaniyên xwe yên di sala 2014-2015'an de hatim girtin. Min di van daxuyaniyan de behsa bêhiqûqîtî û binpêkirina mafan kiribû. Çalakiyên me yên demokratîk wekî çalakiyên îllegal hatine nîşandan. Ji ber vê hatim girtin. Bi daraza bi siyasetê ve hatiye girêdan dixwazin me bitepisînin. Li dadgehan zextên li ser dadgeran pir aşkere xuya dikin."    BINPÊKIRINÊN MAFAN ÊN LI GIRTÎGEHAN   Guneş, diyar kir ku bi salan e ji bo binpêkirinên mafan ên li girtîgehan têdikoşe û piştî hatiye girtin li girtîgehê bi çavên xwe bûye şahidê binpêkirinên mafan û got: "Ez 10 rojan di hucreyê de mam. Tim şert û mercên hucreyê dihatin ferzkirin. Min sirgûnî girtîgeha Erzinganê kirin. Şert û mercên girtîgehê pir dijwar bûn. Zextên li ser girtiyên siyasî zêdetir in. Her roj bi ser qawîşan de dihat girtin, lêgerînê dihatin kirin, pirtûk dihatin desteserkirin. Her wiha pirsgirêka herî mezin jî şewitandina înfazan bû. Yanî li girtîgehan zindana lis er zindanê hebû."    Guneş, destnîşan kir ku dê tu carî tawiz ji bo parastina dmeokratîkbûyîna welêt û bidawîbûna binpêkirinên mafan nede û got: "Ji bo bêhiqûqîtiya li welêt bi dawî bibe ez ê heya dawiyê bitêkoşim."