Li Sîlopyayê 4'ê Nîsanê hat pîrozkirin 2022-04-01 18:56:22   ŞIRNEX - Li navçeya Sîlopyayê jinan rojbûna Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan pîroz kir. Di pîrozbahiyê de kilam hatin gotin û govend hat gerandin.   Meclîsa Jinan a HDP'ê li navçeya Silopiya ya Şirnexê tevî aktivîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) û Dayikên Aştiyê li Taxa Kizirê 73'yemîn rojbûna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan pîroz kir. Di pîrozbahiyê de jinan pasteya li ser “Rojbûna te pîroz be roja me” nivîsandî jêkirin û li ber kilaman govend gerandin.    Pîrozbahî bi firandina bafirokan bi dawî bû.