Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamyayê kampanyaya danîna daran da destpêkirin 2022-04-01 17:10:04 AMED - Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamyayê, li dijî komkujiya xwezayî ku pêk tê ji bo tevahiya meha nîsanê kampanya danîna daran destpêkirin.     Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamyayê, li dijî komkujiya xwezayî ji bo tevahiya meha nîsanê kampanya danîna daran da destpêkirin. Tevgerê, derbarê kampanyayê de daxuyaniyeke nivîskî da û banga piştgiriya kampanyayê kir. Di daxuyaniyê de xaka Mezopotamyayê weke "erdnîgariya mirin û hilweşandinê" hat pênasekirin û hat destnîşankirin ku xaka Mezopotamyayê ku rengên civakîbûnê yên destpêkê lê teşe girtine ji aliyê netew-dewletan ku amûra bîrdozî ya modernîteya kapîtalîst in ve veguherîne qadên şer.    Di berdewama daxuyaniya tevgerê de bi kurtasî ev tişt hat gotin:   "Di encama şerên ku dawî li wan nayê de gel hatine qirkirin, di serî de jin û zarok bi sed hezaran mirov di nav pergala destdirêjî û îşkenceya sîstematîk de hatin hiştin û li hemû qadên jiyanê hilweşandineke ku careke din nikare bê sererastkirin çêdibe. Li erdnîgariya Mezopotamyayê qiyamet çêdibe. Bi vê re; di encama hilweşandina ku şer diafirîne çavkaniyên avê tên tunekirin, daristan tên şewitandin û talankirin û bi milyonan hektar qadên çandiniyê tên jehrîkirin û dibe çol.   KAMPANYA DANÎNA DARAN   Li dijî vê rewşa xerab tevahiya meha nîsanê em kampanya danîna daran didine destpêkirin. Em bang li partiyên siyasî, rêxistinên sivîl, kedkar, jin, ciwan, zarokan, bi kurtasî hemû beşên civakê û raya giştî dikin. Li her dera ku em lê ne; li hewşên mal û didistan, şanêşîn, kuçe, gund, deşt û çiyayên xwe daran deynin û em we vedixwînin kampanya xwe."