Hefteya pêşiyê dê di Doza Kobanê de îtîrafkar bên guhdarîkirin 2022-04-01 13:36:43 ENQERE - Şandeya Dadgehê biryar da ku hefteya pêşiyê di Doza Kobanê de li îtîrafkar Samî Baran û Kerem Gokalp bê guhdarîkirin.    Bi hinceta çalakiyên 6-8’ê Cotmehê ku li dijî êrişa DAIŞ’ê ya li ser Kobanê hatibûn kirin, Hevserokên Giştî yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ên berê û endamên Lijneya Rêveber a Navendî (MYK) jî di nav de, derheqê 108 kesan de doz hatibû vekirin. 11’emîn danişîna dozê ku 22 kes tê de girtî tên darizandin, di roja 4’emîn de li Eywana Kampûsa Girtîgeha Sîncanê berdewam dike. Di danişîna dozê de ku li 22’yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê tê dîtin de li gel xizmên siyasetmedarên girtî, her wiha parlamenterên HDP’ê Zuleyha Gulum û Abdullah Koç, rêveberên HDP’a Enqere û navçeyên wê û gelek parêzer jî amade bûn.    Siyasetmedarên ku li Girtîgeha Sîncanê tên ragirtin di danişînê de amade bûn û yên li girtîgehên cuda jî bi rêya Pergala Deng û Dîmen (SEGBÎS) beşdarî danişînê bûn. Hinek siyasetmedaran jî hincet nîşan dan û beşdarî danişînê nebûn.    Danişîn, bi xwendina hincetên ji dadgeriyê re hatine şandin dest pê kir. Serokê dadgehê, daxwaza redkirina dadger a Berdevkê HDP’ê yê berê Gunay Kubîlay bi hinceta “hewl dide danişînê dirêj bike” red kir.    ‘SEROKÊ DADGEHÊ YÊ BERÊ ENDAMÊ RÊXISTINA SÛC E’   Di danişînê de ji parêzerên siyasetmedarê kurd Ahmet Turk, Veysî Eskî mafê axaftinê girt û wiha got: “Derheqê serokê dadgehê yê berê de bi sedema ku duyemîn serkirdeyê rêxistineke sûc e, lêpirsîn hate destpêkirin û niha di hefsa malê de ye. Lê serokê dadgehê daxwaza sekinandina dozê bi hinceta ‘dibe ku derheqê her kesê li vê eywanê de lêpirsîn bê destpêkirin an jî sûc bikin’ red kir. Kesekê ku nedihişt em û miwekîlên me biaxive, niha weke serkirdeyê duyemîn ê rêxistineke sûc tê zanîn. Gelo dibe ku ev bêhiqûqiyên heyî ji ber kesekî wiha qewimî bin? Rewşeke ku ev darizandina heyî dîsa bê kirin derketiye holê. Heke kesekî biryara cezayî dayî were cezakirin, ev dibe sedema xerakirina ceza.”    ‘WE ÎFADEYA LI EMNIYETÊ WEKE ÎFADEYA ŞAHID QEBÛL KIR’    Di berdewamê de Eskî da zanîn ku şandeya dadgehê ji wergirtina îfadeyên şahidan ku 2 jê nekarîbûn xwe bigihîninê û yekî jî wefat kiriye lê ve bûye û wiha got: “We, îfadeyên 3 kesan ên li emniyetê li vir weke îfadeyên şahidan xwendin. Gelo ma divê em nîşanî we bidin bê ka şahid çawa tên guhdarîkirin. Îfadeyên li emniyetê tenê ji bo agahîghirtinê ne. Ne ji bo şahidî ye. Lê we ev kir. Şahidê nepen ABC123. Di demên berê de di mijara navên şahidên nepen de emniyet hinek afirîner bû lê ew jî êdî guh nadin. Di dema guhdarîkirina şahidên nepen de we nav bi nav û wêne bi wêne miwekîlên me teşhîr kirine. Her wiha îfadeyên wan dixwînim, weke ku pêvajoya heyî binirxîne. Tam jî gotinên Tayyîp Erdogan dibêje.”    ‘HUKMÊ FETO JI BO KURDAN HÊJ DIDOME’   Eskî, destnîşan kir ku dema behsa xeberê dibe kurd, rewşa her tim diçe cihekî cuda û wiha derbirî: “Piştî lêpirsînên FETO, bi sedan dadger û dozger hatin darizandin û girtin. Kesên di dozên Ergenekon û Balyozê de dihatin darizandin, piştî vê mijarê dîsa hatin darizandin û beraet kirin. Yên ku li doza KCK’ê dinihêrtin jî ew bûn. Lê hukmê FETO ji bo kurdan hêj jî berdewam e. Mijar, mijara kurdan e. Hewce nake em xwe bixapînin. Ji destpêka damezirandina komarê heta niha polîtîkaya redkirina kurdan tê domandin.”   ‘ZÎHNIYET, ZÎHNIYETA MGK’Ê YE’   Bi domdarî Eskî bal kişand ser hewldanên aştiyê yên miwekîlê xwe Ahmet Turk û ev tişt anî ziman: “Birêz Abdullah Ocalan di dema pêvajoya çareseriyê de got; ‘qanûnekî derxînin û hem me û hem jî xwe biparêzin.’ Hikûmetê qanûna bi hejmar 6551 derxist lê tenê dewlet parast. Erê baş e ma sûce ku miwekîlê min li dijî barbariya DAIŞ’ê derket? Hûn vê yekê didarizînin. Bi aqilê îro re wan rojan nedarizînin. Ev zîhniyet, zîhniyeta MGK’ê ye. Siyasetmedarên ku ji ber hatin û çûnên Qendîlê tên darizandin, ji xwe ev tişt înkar nekirine. Ev kes bo aştiyê çûn û haya dewletê jê hebû. Qanûna bi hejmar 6551 jî ji bo pêşîlêgirtina vê bû. We jî bi daxuyanî û axaftinan wan re îdianameyeke vala amdade kirine. Siyaset, weke enstrûmaneke wesayetê li ser hiqûqê tê bikaranîn û hûn jî dibin amûrek.”    ‘JI KESEKÎ NEYÎ BAWER KIRINE’   Herî dawî Eskî qala serokê dadgehê yê berê Bahtiyar Çolak kir û wiha got: “Ji kesekî neyî bawer kirine. Gelo kesekê ku nikare bidarizîne çawa dibe dadger? Kesekî ku tiştên ehmeq bawer dikir hat li vir bi dehan siyasetmedar darizand. Yê ku ew îdianama qebûl kirî, biryar dayî û li gorî keyfa dilê xwe mafê axaftinê dida Bahtiyar Çolak bû. Anku kesekî ji rêzê nebû. Hûn vê yekê weke pirsgirêk nabînin. Heke hûn weke pirsgirêk nebînin, wê demê em ê di we de pirsgirêkê bibînin. Rewşa heyî divê bibe sedema jinûve darizandinê be.”   HEFTEYA DIN DÊ LI ÎTÎRAFKARAN GUHDAR BIKIN    Şandeya dadgehê biryara da ku di danişîna hefteya tê de di 4’ê nîsanê de îtîrafkar Samî Baran û di 5’ê nîsanê de jî îtîrafkar Kerem Gokalp bên guhdarkirin.    Şandeyê heta saet 14.00’an navber da danişînê.