Li Amedê û Êlihê xebatkarên tenduristiyê hatin bibîranîn 2022-04-01 13:30:08   AMED/ÊLIH - Platforma Tenduristiyê ya Amedê û Odeya Tabîban a Êlihê xebatkarên tenduristiyê yên di pêvajoya vîrûsa koronayê de jiyana xwe ji dest dan bi bîr anîn.    Platforma Tenduristiyê ya Amedê ku ji sazî û dezgehên tenduristiyê pêk tê li ber Nexweşxaneya Dewletê ya Selahattîn Eyyubî ji bo xebatkarên tenduristiyê yên di pêvajoya vîrûsa koronayê (Covid-19) de jiyana xwe ji dest dane, bernameya bîranînê li dar xist. Di bîranînê de pankarta ku wêneyên kedkarên tenduristiyê yên mirine li serê bûn hat hildan. Gelek xebatkarên tenduristiyê tevli bîranînê bûn.    Seroka Odeya Tabîban a Amedê Elîf Tûran di bîranînê de axivî û diyar kir ku ji ber polîtîkayên şaş ên îktidarê di pêvajoya koronayê de bi sedhezaran însan jiyana xwej i dest dan û bi sedhezaran însan enfekte bûn. Tûran got ew tevahiya hevpîşe ango xebatkarên tenduristiyê yên di heyama koronayê de mirine bi rêzdarî bi bîr tînin.    Bîranîn bi rêzgirtina ji bo xebatkarên tenduristiyê yên mirine bi dawî bû.    ÊLIH   Odeya Tabîban a Êlihê jî ji bo xebatkarên tenduristiyê yên ji ber koronayê jiyana xwe ji dest dane, li avahiya xwe daxuyanî da û wan bi bîr anî. Endam û rêveber tevli civîna çapemeniyê bûn û Rêveberê Odeya Tabîban a Êlihê Şerîf Onder daxuyanî xwend û kedkarên tenduristiyê ku mirine bi bîr anî.