Xwendekarên kurd hatin berdan 2022-04-01 10:50:36   MUGLA - Xwendekarên kurd ên ku li navçeya Menteşeyê rastî êrişê hatibûn û piştre hatibûn binçavkirin, piştî kar û barên îfadegirtinê hatin berdan.    Di 30’ê adarê saet 12.00’an de komeke nîjadperest ên ‘ulkucu’ li Wargeha Xwendekarên Zilam a Turgutreîs a KYK’ê ya navçeya Menteşe ya Muglayê êrişî xwendekarên kurd kir. Dema xwendekarên kurd dixwestin bikevin wargehê, komeke nîjadperest ku derdora 100 kesan bûn êrişî wan kir. Li dijî êrişa nîjadperest, xwendekarên kurd jî xwe parastin û şer derket.    Yên ku bi kêr û alavên tûj êrişî xwendekarên kurd kirin koma nîjadperest a ulkucu bû lê li şûna ku ew werin binçavkirin, polîsan 5 xwendekarên kurd ên ku rastî êrişê hatibin binçav kirin. Ciwanên kurd Bariş Aşît Akan, Civan Hasan Adlig, Nûrûllah Yildiz, Zana Karaarslan û Saît Çelîk hatin binçavkirin û birin Midûriyeta Emniyetê ya Navçeya Ulayê.    Hat zanîn ku kar û barê îfadegirtinê yê xwendekaran a li emniyetê xelas bû û di demên êvarê de sewqî edliyeyê hatin kirin. Piştî îfadeyê li edliyeyê jî hatin berdan.