Gundê Dewşenê bi tariyê û bêaviyê re dikeve meha Remezanê 2022-04-01 10:06:04 RIHA - Li gundê Dewşenê yê bi ser navçeya Pirsûsê ve trafoyê ceyranê teqiya û DEDAŞ bi hêceta “deynê gund heye” trafo çênake. Xelkê gund bertek nîşanî DEDAŞ’ê da û gotin 15 roj in bêceyran û bêav mane û bi vî awayî dikevin meha Remezanê.    Gundê Dewşenê yê bi ser navçeya Pirsûsa Rihayê ve 60 mal lê hene û 500 kes lê dijî. Li gund trafoyê ceyranê teqiya û gundî 15 roj in bêceyran û bêav mane. Şirketa Belavkirina Ceyranê ya Dîcleyê (DEDAŞ) bi hêceta “deynê gund heye” trafoyê ceyranê çênake û ji ber vê yekê xelkê gund 15 roj in perîşan bûye. Xelkê gund pêdiviya xwe ya ava vexwarinê û ji bo sewalên xwe bi bîdonan ji gundên derdora xwe ava xwe temîn dikin.    KABLO GUNDIYAN DIXIN TALÛKEYÊ    Têlên ceyranê yên ku ji sala 1968’an ve mane xelkê gund dixe talûkeyê. Tevî ku şêniyên gund ji bo pirsgirêka ceyranê çareser bibe serlêdanan dike jî lê dîsa pirsgirêka wan nayê çareserkirin. Ji ber ceyran tune ye av jî nîne û gundî 15 roj in ji bo jiyanê têdikoşe.    'BILA TAVILÊ BÊN TRAFO TAMÎR BIKIN’    Mehmet Alî Aslan ê ji dunê Dewşenê diyar kir ku bi rojane trafoyê wan nayê çêkirin û got: “Di nava du mehan de 3 car in trafoyê me diteqe. Xetên ceyranê ji sala 1968’an ve kişandin gundê me. Têlên ceyranê ji wê çaxê ve mane. Hema bayek jî tê têl li hev dikevin û trafo diteqin. 15 roj in em di tariyê de mane û ava me tune ye. Me serî li rayedaran da jî lê nebûn çare. Em dixwazin bên trafoyê me tamîr bikin. Bi hêceta deynê gund heye, nayên tamîr nakin. Cezayê ceyranê li her kesî dibirin. Ji 4 hezar lîreyî bigire heta 15 hezar lîreyî ceza li xelkê birîne. Em dixwazin tavilê werin trafoyê me tamîr bikin. Em wek zemanê berê em ji bîran avê dikişînin. Ava bîra nepaqij e lê em ji neçarî vedixwin. Halê me perîşan e.”    TRAFO TÊR NAKE    Mustafa Aslan ê ji gundê Dewşenê jî anî ziman ku ew dixwazin tavilê trafoyê wan bê tamîrkirin û trafoyê mezintir bidin gundiyan nexwê trafo li ber gund nade û titeqe. Aslan bang li DEDAŞ’ê kir ku divê vê zilmê li xelkê neke û bang li parlamenter û rayedaran jî kir da ku ji bo wan bibin alîkar.    DI TARIYÊ DE DIKEVIN MEHA REMEZANÊ    Aslan diyar kir kul i gund extiyar hene, nexweş hene û xwendekar di tariyê de li dersên xwe dixebitin û got: “Pêşiya me meha Remezanê ye. Bila demildest vê pirsgirêkê çareser bikin. Avê me nayên. Berpirsiyarê vê jî Îdareya Av û Kanalîzasyonê ya Rihayê ye. Divê trafoyê ava me cuda be. Em diçin ji gundên cîran avê tînin.”    XELK PERÎŞAN BÛYE   Abdulkadîr Korkmaz ê ji heman gundî jî da zanîn ku trafoyê wan heyî gund rangire û her tim diteqe û tevî ku wan berê jî ji DEDAŞ’ê re gotiye ev trafo têra wan nake lê guh nedane gundiyan û ji ber vê yekê niha xelkê gund perîşan bûye. Korkmaz got ew dixwazin ku DEDAŞ tavilê pirsgirêka wan ceyranê çareser bike û trafoyê mezintir bîne gund.    HAYA DEDAŞÊ JÊ HEYE LÊ XEMSAR E    Em derbarê mijarê de li DEDAŞ’ê geriyan. Rayedarên DEDAŞ’ê diyar kirin ku haya wan ji pirsgirêka li gund heye û ew ê dema gundî baweriyê bidin wan dê biçin trafo çêbikin.    MA / Mujdat Can