Bi daxwaza azadiya Ocalan di 4'ê Nîsanê de ber bi Amarayê ve 2022-04-01 09:05:51 AMED - Hevserokê MED TUHAD-FED'ê Zekî Baran, diyar kir ku dê bi boneya roja jidayikbûnê ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li her derî "darên vejînê" deynin û ji bo azadiya Ocalan ber bi Amarayê ve bimeşin.  Çalakiyên ji bo 73'yemîn roja jidayikbûna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dest pê kirin. Çalakî dê heya 10'ê Nîsanê bidomin û di çarçoveya van çalakiyan de dê li gelek bajaran dar bên çandin û di 4'ê Nîsanê de ber bi gundê Amara yê Xelfetî ya Rihayê ve meşek bê lidarxistin. Hevserokê Federasyona Komeleyên Piştevanî û Hiqûqî yên bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re ya MED’ê (MED TUHAD-FED) Zekî Baran, têkildarî çalakiyên ji bo rojbûna Ocalan ku ji bo kurdan tê wateya "vejînê" axivî.    TECRÎD   Baran, destnîşan kir ku tecrîda li ser Ocalan welêt ber bi xitimandinê ve biriye û got: "Tecrîd, gihaştiyek asteke pir mezin. Ev yek bandor li civakê jî dike; bombekirina erdnîgariya Kurdisyanê, şewitandina daristanan, talankirina xwezayê. Di siyaseta Tirkiyeyê de her kes dibêje salên 90'an dest pê kiriye. Lê halbûkî bi girankirina tecrîda li ser Ocalan re atmosfereke aloziyê ya ji Qirkirina Ermeniyan a Sala 1915'an wêdetir hatiye afirandin."    PEYAMÊN NEWROZÊ   Baran, diyar kir ku gelê kurd li hemberî van pêkanînan di Newroza 2022'yan de pêvajoyeke nû daye destpêkirin û wiha got: "Gelê kurd vîna xwe ya xwedîderketina li Rêberê xwe (Ocalan), azadî û nasnameya xwe bi awayekî aşkere da der. Ji sedî 80'yê beşdaran jin û ciwan bûn. Ev cihê hêviyek mezin e. Çi di 8'ê Adarê de çi jî di Newrozê de bi awayekî aşkere hat diyarkirin ku muxatab birêz Ocalan e. A ku li îqtidara AKP-MHP'ê dikeve jî guh bide van bangawaziyan. Ji lew re êdî ev rastiyeke ku bi tu awayî ser wê nayê girtin. An hûn ê bi gelê kurd re aşteyek bi rûmet û li ser esasên wekheviyê çêbikin an jî dê dawiya we bê."    DARÊN VEJÎNÊ   Baran, bi domdarî anî ziman ku 4'ê Nîsanê bi ruhê 8'ê Adarê û 4'ê Nîsanê pêşwazî dikin û 4'ê Nîsanê tenê wekî rojbûna Ocalan nahesibînin û got: "Ev dîrok, di heman demê de tê wateya vejîna gelê kurd jî. Gelê kurd bi saya têkoşîna birêz Ocalan, ji nû ve vejiya. Cardin nasname û çanda xw ebi dest xistiye. Hêviya azadiy ji nû ve şitil daye. Em bang her kesî dikin ku di navbera 1-10'ê Nîsanê de li seranserê cîhanê daran deynin. Bi taybetî darçandin, ji lew re ev têkoşîn xwe disipêre xwezayê. Cewhera wê xweza ye. Lewma em xwedî li xwezayê derdikevin."    BANGAWAZÎ   Baran, astengî û provakasyonên salên borî jî bibîr xistin û got: "Kes nikare li ber daxwazên rewa yên gelê kurd bisekine. Mirov ji bo aştiyeke rûmet şer kirine. Gelê kurd 40 sal in bedêla vê dide. Em wisa difikirin ku êdî dema aştiyeke birûmet hatiye. Û em baş dizanin ancax muxatabê vê dikare vê aştiyê çêbike. Lewma divê gelê me ber bi Amarayê ve biçe. Divê ev meş bi ruhê 8'ê Adarê û Newrozê be. Divê her kes xwe wekî pêşengê vê pêvajoyê bibîne. Gelê kurd, pêşengê têkoşîna azadiyê ye."    AZADIYA FÎZÎKÎ YA OCALAN   Baran, destnîşan kir aştî ancax bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan pêkan e û ji bo vê jî azadiya fizîkî ya Ocalan bivê nevê ye û gotinên xwe wiha bi dawî kir: "Gelê kurd li qadên Newrozê û 8'ê Adarê doza azadiya fizîkî ya birêz Ocalan kir. Azadiya fizîkî ya birêz Ocalan tê wateya azadiya tevahiya civakê. Tê wateya beranberiya bedêlên 40 salan. Êdî her kes divê li gor van bangawazî û daxwazan hereket bike. Hikûmet jî divê guh bide van daxwazên mafdar ên gelê kurd û ji bo aştiyê Ocalan berde."