Cenazeyê Kûbîlay Acet li Êlihê hat definkirin 2022-03-31 21:08:56   ÊLIH – Kûbilay Acet (Garzan Sason) ku li Herêma Herekolê di şer de jiyana xwe ji dest dabû, ji aliyê bi sedan kesî ve hat birêkirin.    Kûbilay Acet (Garzan Sason) di 18'ê Îlonê de li Herêma Herekolê ya Sêrtê di şer de jiyana xwe ji dest dabû. Malbata wî di meha Cotmehê de ji bo testa DNA'yê xwîn dabû NExweşxaneya PErwerdehî û Lêkolînê. Piştî DNA li hev derketin, duh rayedaran telefonî malbatê kir. Malbat jî ji Êlihê çû Sêrtê û cenazeyê Acet ji Goristana Zevyeyê wergirt û bir Êlihê. Bi sedan kes tevî malbatê cenaze bir heya Goristana Asriyê. Polîsan li têketina goristanê girtin û nehiltin ji xeynî ferdên malbatê kes biçe hundirê goristanê.   Girse li derveyî goristanê ma û ferdên malbatê bi tenê cenaze defin kirin. Di dema definkirinê de girseyê tim dirûşmeya "Şehîd namirin" berz kir.