Şahidên ku di Doza Kobanê de axivî: Tenê yek çalakî jî derqanûnî nebû 2022-03-31 16:55:32   ENQERE - Şahidê bi navê S.Y. ku bi hinceta beşdarî çalakiyên Kobanê bûye heta demekî hatibû girtin û di Doza Kobanê de hate guhdarkirin, wiha got: “Çalakiyên Kobanê derqanûnî nebûn. Li Gimgimê ciwanek bi guleya polîsan hate kuştin. Ji bilî vê tiştekî ku ez bibêjim tune ye.”    Bi hinceta çalakiyên 6-8’ê Cotmehê ku li dijî êrişa DAIŞ’ê ya li ser Kobanê hatibûn kirin, Hevserokên Giştî yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yên berê û endamên Lijneya Rêveber a Navendî (MYK) jî di nav de, derheqê 108 kesan de doz hatibû vekirin. 11’emîn danişîna dozê ku 22 kes tê de girtî tên darizandin, di roja 3’yemîn de li Kampûsa Girtîgeha Sîncanê berdewam dike.   ÎFADEYÊN ŞAHIDAN NEDAN PARÊZERAN    Danişîna dozê piştê navberê bi axaftina parêzer Çîgdem Kozan berdewam ikr. Kozan, da zanîn ku îro îfadeyên şahidan ji dadgehê xwestine lê nehatine dayîn. Kozan, ji şandeya dadgehê xwest ku îfade ji wan re bên dayîn.    Piştre jî şahidan dest bi axaftinê kir. Şahidê bi navê S.Y. ku bi rêya SEGBÎS’ê li Mûşê beşdarî dozê bû wiha got: “Bûyerên 6-8’ê Cotmehê li seranserî Tirkiyeyê çêbûn. Li dijî komkujiyên DAIŞ’ê daxuyanî hatin dayîn û meş hatin lidarxistin. Li Gimgimê ciwanek bi guleya polîsan hate kuştin. Ji bilî vê tiştekî ku ez bibêjim nîne.”    ÎFADEYÊN ŞAHIDAN    Serokê dadgehê ji S.Y. pirsî bê ka têkildarî kesên navên wan di îdianameyê de derbas dibin û bi sûcên jê tên tewanbarkirin agahiyeke wî heye yan na. S.Y. jî got ku tu agahiyên wî nînin. Dema serokê dadgehê îfadeyê S.Y. yê têkildarî çalakiyê pirsî jî Y. ev bersiv da: “Bi ser wan bûyeran re gelek dem derbas bû. Jixwe doz jî 6 sal piştre hate vekirin. Ez ji ber çalakiyên wê demê hatim girtin û 4 salan di girtîgehê de mam. Emniyet û walîtiyê bi xwe ji ber meş û daxuyaniyan rê li ber gel girtin. Çalakvan piştî daxuyaniyê belav bûn. Haya emniyet û walîtiyê ji hemû daxuyanî û meşan hebû. Yek ji wan jî derqanûnî nebûn. Wê demê li Kobanê mirov dihatin qetilkirin û trajediyeke mezin hebû. Ev çalakî jî ji bo piştgiriyê bûn û xwestin bala cîhanê bikişînin ser Kobanê.”    ‘GELO DÊ EDALET PEYWIRA XWE KENGÎ PÊK BÎNE?’    Aktîvîsta jin Aynûr Aşan jî di danişînê de bi kurdî axivî û wiha got: “Ez dixwazim îdiayên derheqê serokê dadgehê yê berê Bahtiyar Çolak de bên zelalkirin. Me dixwest ku bêyî em bixwazin, şandeya dadgehê bi xwe îdianameyê paşve bikişîne û me berde. Gelo şandeya dadgehê dê kengî peywira xwe ya edaletê pêk bîne? Gelo dê dadgeh jî polîtîkaya dewletê ya înkarkirina kurdan dê li vir jî bi biryaran bê domandin? Lewma em azadiya xwe dixwazin.”    Endama MYK’a HDP’ê ya berê Zeynep Karaman jî di danişînê de bi kurdî axivî û xwest ku derheqê Çolak de bi awayekî fermî bên agahdarkirin.