Rojnameger Gok: Dixwazin ji ber wêneyên Kurkut ceza bidin min 2022-03-31 15:37:15 AMED - Rojnameger Abdurrahman Gok, di doza ku jê tê darizandin de diyar kir ku ji ber wêneyên cînayeta Kemal Kûrkût kişandiye tê xwestin ku bê cezakirin. Hat xwestin ku Gok ji "endamtiya rêxistinê" bê beraetkirin û ji "propagandaya rêxistinê ya li pey hev" jî bê cezakirin.  Danişîna doza edîtorê Ajansa Mezopotamyayê (MA) Abdurrahman Gok ku ji ber axaftinên telefonê yên bi çavkaniyên xwe yên nûçeyan re, parvekirinên xwe yên medya sanal û daxuyaniyên şahidê veşarî yên derbarê xwe de bi angaşta "endamtiya rêxistinê" û "propagandaya rêxistinê" tê darizandin, li 5'emîn Dadgeha Cezaya Giran a Amedê hat dîtin. Gok û parêzerê xwe Resûl Tamûr li danişînê amade bûn. Nûnerên Komeleya Rojnamegeran a Dîcle û Firatê (DFG) û Sendîkaya Rojnamegeran a Tirkiyeyê (TGS) jî ji bo piştgiriyê danişînê şopandin.    'NAFIKIRIM KU WAN QANIH BIKIM'   Di danişîna ku hat dîtin heyeta dadgehê hatiye guhertin de Gok, derbarê doza ku ji ber 5 parvekirinên wî yên li ser medya sanal bi angaşta "propagandaya rêxistinê" lê hatibû vekirin û di danişîna beriya niha de bi dosyayeke din re hatibû yekkirin de parastin kir. Gok, di parastina xwe ya ku bi awayekî nivîskî bi 4 rûpelan pêşkêşî heyeta dadgehê kir de diyar kir wêneyên ku bi wan tê sûcdarkirin dema nûçegîhantiyê kiriye kişandiye û wêneyên nûçeyan e. Gok, da zanîn ku rexmî beriya niha di vê mijarê de daxuyanî daye jî daxuyaniya wî li ber çav nayê girtin û ev tişt got: "Di wêneyan de tenê serê çekê diyar e û ne diyar e ku kê çekê hilgirtiye. Ev jî ji hêla dozgeriyê ve tê zanîn. Lê li dijî dozgeriyê çi parastinê bikim jî nafikirim ku dozgeriyê qanih bikim."   'TÊ XWESTIN BÊM CEZAKIRIN'   Di berdewamê de Gok, derbarê sûcdariyên ku ji ber kişandina wêneyên cinayeta Kemal Kûrkût lê tên kirin de jî got ku rexmî daxuyaniyên wan ên derew jî derbarê Miduriyeta Polisan û Walîtiya Amedê tê lêpirsîn nehatiye destpêkirin lê ji ber ku vê cînayetê bi belge kiriye tê xwestin bêcezakirin. Gok ji bo 4 weneyên ku li Kobanê û Reqayê kişandiye û bi wan tê sûcdarkirin jî got ku kesên ku wêneyên wan kişandiye her çiqas endamê rêxistinekê bin jî ji ber çêkirina nûçeyên wan angaşta propagandaya rêxistinê li dijî aqil û hiqûqê ye.    'TU TIŞTEKÎ SÛC NÎNE'   Di berdewamê de Gok, destnîşan kir ku tu wêneyên ku nûçeyan wan çêkiriye û bi raya giştî re parve kiriye ne sûc in û parastina xwe wiha domand: "Ez rojnameger im û weke her hempîşeyê xwe ku li qadên şer û pevçûnê di bedila canê xwe ji bo agahdarkirina raya giştî dişopînin ez jî li vir nûçe dişopînim û derbarê geşedanên li herêmên şer gel û gelan agahdar dikim. Hûn jî bi saya kesên mîna me ku pîşeya talûke dikin tiştên li van deveran diqewimin hîn dibin. Heke sûcdariyeke wiha hebe wê demê hemû hempîşeyên min ku li herêmên şer nûçeyan dişopînin sûcdar in? Weke nûçegîhaneke girêdankirina min a bi kesên ku nûçeya wan çêdikim re ne li dijî xwezaya amûr e? Li vir ji bo dozger a girîng ne rojnamegerî çî ye. Divê ne li bendê be ku rojnamegeriya gelekî ku hebûna wî tehemûl nake qebûl bike. Li gorî hêzên ewlehiyê û dozger divê ez bêm cezakirin. Ji bo vê qet pêwistiya wan bi hebûna delîl jî tuneye. Li dijî dozgerekî ku ji gotinên şahidê nepen ê 'çêker' ku ji Kemal Kûrkût re bibêje 'endamê rêxistinê' û ji bo min jî bibêje bi fermana 'rêxistinê' wêneyên Kemal Kûrkût kişandiye ez parastineke çawa bikim."   'HINCETA BINGEHÎN WÊNEYÊN CÎNAYETÊ NE   Gok, bi lêv kir ku ji destpêka dozê ve ne ew rojnamegerî tê darizandin û ev tişt got: "Hinceta herî mezin a sûcdarkirina min kişandina wêneyên Kemal Kûrkût e. Li vir polis û dozger ji ber ku min wêneyên cînayeta Kemal Kûrkût ku weke 'bombeya zindî' ji raya giştî re hatibû ragihandin kişandiye û vê derewê derxistiye holê 'li ser navê dewletê' dixwazin tolê ji min bigirin. Lewre min wêneyên ku daxuyaniya rayedarên gire gire yên Miduriyeta Polisan ên ji rastiyê dûr ku Waliyê Amedê yê demê ragihandibû û Wezareta Karên Hundir ku berpirsyarên vê cînayetê diparast derewandin weşandibû. Dizanim û di ferqê de me ku wê bedileke vê hebe."    Herî dawî Gok, ev tişt got, 'Çi dibe bila bibe, ji vê dadgehê çi biryar derdikeve bila derkeve, ez ê dev ji rojnamegeriyê, hewldana ragihandina heqîqeta ku bedila wê çi dibe bila bibe bernedim.' û daxwaza beraeta xwe kir.    MUTALAAYA DOZGER   Piştî ku parêzer Resûl Tamûr jî diyar kir ku tevlî daxuyaniyên muwekîlê xwe dibe dozger mutalaaya xwe ya derbarê esasê de aşkera kir. Di mutalaayê de hat xwestin ku Gok ji "endamtiya rêxistinê" bê beraetkirin û ji "propagandaya rêxistinê ya li pey hev" jî bê cezakirin. Her wiha dozger xwest ku mesrefa darizandinê jî ji aliyê Gok ve bê pêşwazîkirin.    XWEST BIÇE BIRYARÊ   Heyeta dadgehê piştî pêşkêşkirina mutalaayê careke din mafê axaftinê da Gok û parêzerê wî. Gok û parêzerê xwe daxwaza demê kirin. Lê serokê dadgehê ku hat fêmkirin xwest dosyayê bi dawî bike got, 'em biçûna encamê' û xwest ku Gok û parêzerê xwe di vê danişînê de parastin bikin.    PARASTINÊ GUHdAR NEKIR   Li ser vê Parêzer Tamûr, ev tişt got, 'Ji destpêkê ve muwekîlê min diyar dike ku rojnamegerek e. Rexmî vê jî dozger bêyî ku parastinê guhdar bike mutalaaya ku berê amade kiriye pêşkêşî dadgehê kiriye.' û di xwestina demê de israr kir.   DANIŞÎN TALOQ BÛ   Heyeta dadgehê, li ser vê ji bo ku Gok û parêzerê wî derbarê esas û mutalaayê de parastin bikin danişînê taloqî 30'ê hezîranê kir.