Sebahat Tuncel: Pêbaweriya vê dadgehê nema ye 2022-03-31 14:36:50   ENQERE - Di danişîna Doza Kobanê de siyasetmedar Sebahat Tuncel derheqê serokê dadgehê yê berê Bahtiyar Çolak de axivî û wiha got: “Çolak, niha jî tê darizandin û pêbaweriya dadgehê ji holê rakir. Divê ev doz bê sekinandin û îdianame paşve bê kişandin.”    Bi hinceta çalakiyên 6-8’ê Cotmehê ku li dijî êrişa DAIŞ’ê ya li ser Kobanê hatibûn kirin, Hevserokên Giştî yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yên berê û endamên Lijneya Rêveber a Navendî (MYK) jî di nav de, derheqê 108 kesan de doz hatibû vekirin. 11’emîn danişîna dozê ku 22 kes tê de girtî tên darizandin, di roja 3’yemîn de li Kampûsa Girtîgeha Sîncanê berdewam dike.    Piştî axaftinên şahidan, Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a berê Sebahat Tuncel mafê axaftinê girt. Tuncel, diyar kir ku ji roja destpêkê ya vê dozê heta niha rêzenelirêtî tên kirin û wiha domand: “Dê ev doz di rojên pêş de li zanîngehan bi ser navê ‘divê darizandinek çawa neyê kirin û feraseta edaletê çawa li holê tê rakirin’ bê dayîn. Em dixwazin rastî bê zanîn. Tevî ku gelek caran pêşniyazname hatine dayîn jî lê red kirin. Madem AKP û MHP dixwazin rastî bê zanîn, baş e lê çima van pêşniyaznameyan red dikin? Dadgeha we, şerê li qada siyasetê veguhest vê derê.”    ‘PÊBAWERIYA DADGEHÊ NEMA YE’   Bi domdarî Tuncel anî ziman ku ew ji bo demokrasî, mafên mirovan û azadiyê têdikoşin û wiha got: “Baş e me ji bo Bahtiyar Çolak çi gotibû? Me digot, pêbaweriya wî nîne û divê ev daraz bê sekinandin. Pêbaweriya dadgehê ji holê rakir. Hêj jî tê darizandin. Divê ev doz bê sekinandin û hûn îdianameyê paşve bişînin. Divê em jî êdî azad bibin. Hûn li gorî serê xwe CMK’ê dinivîsin û şahidan derdixînin. Em dizanin zextekî siyasî li ser we heye. Lê baş berê xwe bidinê, hevpîşeyê wê jî niha weke ‘terorîst’ tê darizandin. Heke we çavê xwe li edaletê girt, ne diyare sibe dê ji ku derkeve pêşiya we.”     ‘EM TEVGERA GEL IN’    Tuncel, anî ziman ku di Newroz û 8’ê Adarê de bi milyonan kes daketine qadan û wiha pê de çû: “Dibe ku we siyasetmedar û hilbijêrên me girtibin. Ferq nake. Têkoşîn bi tenê kesekî nameşe. Em tevgereke gel in. Hûn nikarin li vê derê li nûnerên gel biqîrin. Em li edaletê digerin. Baş e kê rê li ber bûyerên 6-8’ê Cotmehê vekir? Kîjan hêzên paramîlîter bûn? Derdekî we yê wiha heye? Baş e we pirsekî wiha qet kiriye? Derdê we ne ew pirs lê ‘ceza kirine.’ Serokê dadgehê yê berê wek endamê rêxistineke sûc tê darizandin. Lewma divê hemû kar û barên ji ber Doza Kobanê hatine kirin bên betalkirin. Ji bo vê serî li HSK’ê dan û lê nakeve dewrê. Hûn pêşdarazî nêz dibin. Heke hûn îdianameyê îade nekin, mîna şandeya din ez we jî red dikim.”    Serokê dadgehê ev daxwaza redkirinê weke “hewldana dirêjkirina danişînê” nirxand û ev daxwaz red kir.    DAXWAZA REDKIRINA DADGER    Piştre jî Endama MYK’a HDP’ê ya berê Zeynep Olbecî mafê axaftinê girt û bi kurdî axivî. Olbecî bertek nîşanî redkirina daxwaza hevalên xwe da û ev tişt anî ziman: “Baş e lê ma Bahtiyar Çolak bi xwe ev dosya qebûl nekiribû? Wê demê çima ev daxwaza me nayê qebûlkirin? Heke hûn tişta pêwîst nekin, ez ê li mafê xwe bigerim. Heke şandeya dadgehê daxwaza me qebûl neke, wê demê ez jî şandeyê red dikim. Bi hiqûqa dijminatiyê nêzî me dibin. Dixwazin her tiştên di bûyerên 6-8’ê Cotmehê de qewimîne têxin stûyê me. Hêj di serî de me got ku ev îdianame vala ne. Çi dikin bila bikin dê nekarin tiştekî derxînin. Ez jî vê şandeyê red dikim ji ber ku bêalî tevnagere.”    ‘YÊ KU EM DIDARIZANDIN ENDAMÊ ÇETEYAN DERKET’   Di danişînê de aktîvîst Sîbel Akdenîz jî bi kurdî axivî. Akdenîz, destnîşan kir ku endamê komeke çete ew didarizandin û ev tişt anî ziman: “Me berê Bahtiyar Çolak ji we pirsiya. Wek ji ewilî got; ‘kurê wî di karantînayê de ye.’ Piştre jî we got; ‘nizanim dê kengî were.’ We rewşa wî dizanî lê agahî nedan. Anku şandeya dadgehê derew kir. Lewma jî em şandeya dadgehê red dikin.”    Şandeya dadgehê ev daxwaza Akdenîz û Olbecî bi hinceta “hewl didin danişînê dirêj bikin” red kir.    Di danişînê de Mesût Bagcik û Îsmaîl Şengul daxwazname dan ku piştî nîvro beşdarî danişînê nabin.    Şandeya dadgehê saetek û nîv navber da danişînê.