Salek û 6 meh ceza dan nivîskar Yavuz Ekîncî 2022-03-31 13:43:26   STENBOL - Bi hinceta parvekirinên li ser medyaya civakî, salek û 6 meh ceza dan nivîskar Yavuz Ekîncî.    Bi hinceta ku 8 sal berê têkildarî Kobanê li ser medyaya civakî peyam parve kirine, derheqê nivîskar Yavuz Ekîncî de bi îdiaya “Propagandaya rêxistinê” doz hatibû vekirin. Danişîna biryarê ya dozê îro li 34’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Çaglayan a Stenbolê hat dîtin. Di danişînê de nivîskar Ekîncî, parêzerê wî Can Ekîncî û Serokê Baroya Êlihê Erkan Şenses amade bûn.    Di danişînê de dozger, daxwaza xwe ya berê dubar kir û got ku bila Ekîncî were cezakirin. Ekîncî jî di parastina xwe de got ku her nivîskar divê xwedî fikr û wijdan be û wî jî li dijî neheqiyê dengê xwe derxistiye. Ekîncî, diyar kir ku mafê wî yê azadiya fikr û raman tê darizandin û beraeta xwe xwest. Piştre jî parêzerê Ekîncî parastina miwekîlê xwe kir û beraet xwest.    Piştî parastinan, dadgehê ji bo biryarê navber da. Dadgehê, bi îdiaya “Propagandaya rêxistinê”, salek û 6 meh û 22 roj ceza da Ekîncî. Dadgehê ev ceza jî taloq kir.