Bijîjkê ku dest dirêjî nexweşa xwe kir hat girtin 2022-03-31 13:36:32   ENQERE - Li Enqerê bijîjkê anesteziyê Îsa O.K. ku dest dirêjî nexweşa xwe ya ku hatibû emeliyatkirin kiribû, hat girtin.    Li Enqerê, Îsa O.K. ku li nexweşxaneyekê weke bijîjkê anesteziyê dixebite, ji ber destdirejiya li jina bi navê G.K. ku di 25'ê adarê de ji pozê xwe emeliyat bûbû hat girtin. G.K. ku di 25'ê adarê de li nexweşxaneyê emeliyat bûbû, diyar kir ku piştî emeliyatê bijîjkê bi navê Îsa O.K. ku xwe weke "Atakan" daye nasîn hatiye qada kişandina ûltrasonê û perdeyan girtiye û êrişa zayendî lê kiriye û giliya wî kir.    Li ser fermana Serdozgeriya Komarê ya Enqerê bijîkê faîlê êrişa zayendî hat binçavkirin. Piştî kirariyên xwe yên li emniyetê bijîjk sewqî edliyeyê hat kirin. Bijîjk O.K. li dozgeriyê sûcdariyên li xwe red kir û angaşt kir ku nexweş ji ber narkozê dibe ku jê şaş fêm kiribe. Piştî lêpirsîna dozgeriyê bîjîjkê faîlê sewqî Dadgeriya Ceza ya Silhê hat kirin û li dadgeriyê bi sûcdariya "Bi rêya nebaş bikaranîna peywira cemaweriyê pêkanîna êrişa zayendî ya biwesf" hat girtin.