Arteşa tirk li herêma Biradostê gef li gundiyan xwar 2022-03-31 12:23:10 NAVENDA NÛÇEYAN - Eskerên tirk li 4 gundên herêma Biradostê, gef li gundiyan xwar.    Hate diyarkirin ku eskerên tirk li 4 gundên herêma Biradostê ya girêdayî paytextê Herêma Kurdistanê Hewlêrê, gef li gundiyan xwarine. Li gorî nûçeya Rojnewsê artêşa tirk çûye gundên Xelîfan, Lêlikan, Helkêla û Kunele yên bi ser bajaroka Sîdekan a bi ser herêma Soran a Hewlêrê ku dikevin nav herêma Biradostê û bi gundiyan re civiyane.   Nêzî 100 eskerên ku çûn gundan, li gundan geriyane û gef li gundiyan xwarine. Li aliyê din hate ragihandin ku gef li gundiyan xwarine ku ji baregehên wan ên leşkerî yên li herêmê re nebin gef.