Doza derbarê kuştina Hantaş de hat taloqkirin 2022-03-31 11:37:50 AMED - Dozger di doza Recep Hantaş ê hatibû kuştin de derbarê polîs Kazim B. de ji sûcê “dibe ku qestî be” were cezakirin.  Li Amedê di 14’ê nîsana 2019’an de li Sumerparkê polîs Kazim B. bi sîlehê li Recep Hantaş ê 20 salî dabû û ew kuştibû. Têkildarî kuştina Hantaş doz hatiye vekirin. Danişîna doza derbarê polîs Kazim B. de li Dadgeha Cezayê Giran a Amedê ya 7’emîn hat lidarxistin.    Polîsê kujer ê bersûc tevli danişînê nebû. Malbata Hantaş û parêzerên malbatê tevli danişînê bûn.    DOZGER TEVÎ KÊMANIYÊN DOSYEYÊ JÎ MUTALA PÊŞKÊŞ KIR   Dozger tevî ku kêmasiyên di dosyeyê de temam nebûne jî mutalaya xwe pêşkêşî heyeta dadgehê kir. Dozger xwest ji sûcê “dibe ku qestî be” bersûc were cezakirin.    Parêzer li dijî mutalaya dozger a ku hêj kêmasiyên dosyeyê temam nebûne û hatiye pêşkêşkirin derketin. Parêzeran diyar kir ku gumana reva bersîc heye û xwestin bersûc bê girtin.    Heyeta dadgehê navberek da danişînê. Di şûna dadger de mubaşîr biryara taloqkirina danişînê ragihand. Danişîn taloqî 16’ê gulanê hat kirin.