Li Stewrê 6 kes hatin binçavkirin 2022-03-31 11:23:16   MÊRDÎN - Li navçeya Stewrê di serdegirtinên malan de 2 jê jin 6 kes hatin binçavkirin.    Eskeran di saetên serê sibê de li gundên Ewêna û Cilîn ên girêdayî navçeya Stewrê ya Mêrdînê, bi ser malan de girtin. Di serdegirtinan de Gurbet Aslan, Îbrahîm Aslan, Esat Aras, Yîgît Evrensel, Recep Tûran û Şukran Guler hatin binçavkirin. Hat hînbû ku her 6 kesên ji ber pîrozbahiya Newrozê ya di 20’ê Adarê de li Stewrê pêk hatibû, hatine binçavkirin, birine Fermandariya Cendermeyan a Stewrê.