Tevgera Azadî: Armanc bi şirîkatiya PDK'ê dagirkirina herêmê ye 2022-03-31 09:05:25 NAVENDA NÛÇEYAN - Cîgira Hevserokatiya Tevgera Azadiyê Tara Huseyîn, Hevpeymaniya Rizgarkirina Niştiman a ku PDK di nav de ye rexne kir û got, armanc bi şirîkatiya PDK'ê dagirkirina herêmê ye.  Di ser hilbijartinên Iraqê re 6 meh derbas bûne lê hê jî serokomar û serokwezîr nehatine bijartin. Li gorî teamulên Iraqê serokomartî para kurdan, serokwezîrtî ya şiîyan û serokatiya parlamentoyê jî ya suniyan bû. Ji sala 2003'yan ve jî li gor peymana di navbera Partiya Demokrat a Kurdistan (PDK) û Yekitiya Niştimanî Kurdistan (YNK) de, di hilbijartinên serokomartiyê de namzetê YNK'ê dihat hilbijartin. Lê piştî ku PDK'ê jî ji bo serokomartiyê namzet danî, ev yek bû cihê aloziyeke mezin û binpêkirina peymanê.    PDK, ji bo namzetê wê yê serokomartiyê Rêber Ahmed bê bijartin tevî Tevgera Sedr û Koalîsyona Serweriya Sunî  "Hevpeymaniya Rizgarkirina Niştiman" ava kir. Li Herêma Federal a Kurdistanê gelek derdor nerazîbûna xwe ya ji bo vê hevpeymaniyê tînin ziman û şiî, YNK'î û gelek parlamenter jî ji bo protestokirina vê helwesta PDK'ê danişîna parlamentoyê boykot kirin û tevlê nebûn.    Cîgira Hevserokatiya Giştî ya Tevgera Azadiyê Tara Huseyîn, aloziya di hilbijartina serokomartiyê de rû da û helwesta PDK'ê nirxand.    'BI DESTÊ TIRKIYEYÊ HATIYE ÇÊKIRIN'   Tara Huseyîn, diyar kir ku hevpeymaniyên bên çêkirin ger li gor berjewendiyên gelan bin pir girîng in lê gava hevpeymanî tenê ji bo berjewendiyên hin koman bin dê bibin cihê zirarek mezin û got: "'Hevpeymaniya Rizgarkirina Niştiman' a bi şirîkatiya şiî, sunî û PDK'ê hatiye avakirin, ne ji bo mifha gelên Iraqê ye. Gelên Iraqê jî dizanin ku ev ne ji bo mifha wan e. Ev hevpeymanî bi destê Tirkiyeyê hatiye çêkirin."    Huseyîn, bilêv kir ku armanca vê hevpeymaniyê zêdekirina karbidestiya Tirkiyeyê ya li Iraq û Herêma Kurdistanê ye û got: "Tirkiye, dixwaze bandora xwe ya li Iraq û Başûr zêdetir bike û bi vî awayî Mûsilê wergire û xeyala xwe ya Osmanî xurtir bike. Lewma dixwaze namzetê PDK'ê bibe serokomar û bi vî awayî serdestiya xwe ya li herêmê zêdetir bike."    ‘DÊ ÎRAN BÊDENG NEMÎNE'   Huseyîn, destnîşan kir ku Iraq veguheriye qada mudaxilekirinê ya Tirkiye û Îranê û wiha domand: "Lê dê Îran bêdeng nemîne. Ez wisa difikirim, ger hilbijartin çêbibe dê ev hevpeymanî bi ser nekeve, ji lew re derdorek mezin li ber vê hevpeymaniyê radibe. Di vir de ya bandorker jî Îran e."    ‘BI HEVKARIYA PDK'Ê DAGIRKIRINA BAŞÛR'   Huseyîn anî ziman ku hevpeymaniya ji bo hilbijartinan tê çêkirin tenê hêleke madalyonê ye û wiha pê de çû: "Armanca sereke ya vê hevpeymaniyê; ji aliyê Tirkiyeyê ve dagirkirina Herêma Federaal a Kurdistanê ye. Armanc dike ku di 15'ê nîsanê de êrişeke din bide destpêkirin. PDK jî şirîkeke vê êrişê ye. Lewma divê gelê me nerazîbûna xwe nîşan bide."    ‘AN YEKITÎ, YAN JÎ EM Ê TÊK BIÇIN'   Tara Huseyîn bang kir ku divê hemû hêzên doza berjewendiyên gelên Iraqê dikin bên cem hev û wiha bi dawî kir: "Gelên Iraqê divê pergaleke demokratîk ava bikin. Ji bo vê projeyên Tevgera Azadiyê hene û amade ye ku projeyên xwe berpêş bike. Ji bo gelê Iraqê divê gelê Iraqê biryarê bide. Ji bo Iraqê konfederalîzma demokratîk divê. Sedsalên din jî van hilbijartinên serokomartiyê bên nîqaşkirin, dê bi kêrî gel neyê. Tenê rêvebir biryarê didin. Êdî divê gel biryara xwe bidin. Lewre tenê gelê Iraqê dizane bê çi ji bo mifha wê ye. Her wiha kurd jî divê bibin yek. Yan na dê destkeftiyên heyî hemû biçin."